Der barê komkujiya Parîsê de pêvajoya lêpirsînê qediya
Der barê qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê de, lêpirsîna dihat meşandin qediya.
Der barê qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê de, lêpirsîna dihat meşandin qediya.
Der barê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê de ku sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, lêpirsîna dihat meşandin qediya.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP, eger alî di nava mehekê de li dij dernekevin, wê dozger berî destpêkirina dozê biryara xwe ya dawî bide.
Ji parêzerên bersûc Omer Guney Xavîer Nogûeres ji AFP'ê re axivî û got, "Gengaz e ku lêpirsînê, ji ber kêmasiya hevkariya navneteweyî û rayedarên Tirk, yên ferman dane, nedîtiye."
Parêzer Nogûeres îdîa kir ku bersûcê komkujiyê wê bi dosyayeke kêm weke 'serê sedeman' derkeve pêşberî dadger.
Der barê lêpirsînê de beriya du salan bûyereke girîng qewimî bû. Di Nîsana bihurî de nepenîtiya li ser agahiyên di destê servîsa îstîxbaratê ya hikûmeta Fransayê, ji hin aliyan ve hatibû rakirin.
Lê belê, ji ber ku bi tenê agahiyên ji aliyê raya giştî ve dihat zanîn biryara nepenîtiyê hat rakirin, vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Hemû belgeyên nedihat xwestin bên dîtin, hatin sansurkirin.
Li ser daxwaza parêzeran dadgerê lêpirsînê di Îlona 2014'an de ji wezaretên pêwendîdar agahiyên veşartî yên îstîxbaratê xwestibû. Dadger ji bo ve daxwaza xwe jî, gengaziya têkiliya xebatên Omer Guney bi MÎT a Tirk re nîşan dabû.
Hemû agahî û belgeyên di lêpirsînê de derketine holê, Enqereyê nîşan didin.
Li gorî belgeyan bersûcê komkujiyê Guney, di sala 2012'an de gelek caran çûye Tirkiyeyê.
Qeyda dengê bersûc jî sê roj piştî salvegera komkujiyê, di 12'ê Çileya 2014'an de li Înternetê hatibû belavirin.
Di qeyda deng de kujer bi du kesên ji servîsa îstîxbarata Tirk re planên cînayetê dikir.
Piştî du rojan jî di 14'ê Çileyê de belgeya fermana ji bo kujer a qetilkirina Sakîne Cansiz, hatibû weşandin.
Di belgeya bi îmzeya rayedarên MÎT'ê de dihat ragihandin ku ji Omer Guney re ji bo 'lêçûnên gengaz' 6 hezar Euro hatiye şandin û ji bo sûîqesta li hemberî Sakîne Cansiz ferman jê re hatiye dayîn.
Tevî ku hemû belge û agahî Enqereyê nîşan dide jî li eniya Tirkiyeyê mukurhatin û astengî bi hev re dimeşin.
Partiya li desthilatdariyê AKP û serkêşê wê Recep Tayyîp Erdogan ji komkujiya Parîsê hevkarê xwe yê berê Civata Gulen ku weke 'rêxistinbûyîna paralel' pênase dike, sûcdar kiribû.
Dozgerê Fransayê hem li ber deriyê îstîxbarata welatê xwe hem jî li ber deriyê îstîxbarata Tirkiyeyê disekine. Her du servîsên îstîxbaratê jî aşkerakirina agahiyên li ser tetîkkêj red dikin.