Cenazeyên şervanên YPG'ê yên li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê û Mêrdînê bi girseyî hatin definkirin. Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mazlum Altekîn (Botan Gever) li Geverê bi tevlîbûna zêdehî deh hezaran kesan hate definkirin. Piştî merasîma cenaze li navenda navçeyê polîsan êrîşî ciwanan kir û zarokê 14 salî birîndar kir.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mazlum Altekîn (Botan Gever) ê ku di 14'ê gulanê de li bajaroka Sirrinê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murştîpinar hate wergirtin anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenazeyê Altekîn li Pira Şakîtan ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Pişt re konvoya cenaze ber bi navçeyê ve bi rê ket. Lê polîsan ji bo konvoya cenaze nekeve navenda navçeyê li duryan riya Oremar û Pira Abdullah Canan bi wesayîtên zirxî barîkat danîn. Namzetên HDP'ê û rêveberên HDP û DBP'ê dema bi polîsan re hevdîtin kirin nûçegihanê DÎHA'ê dimen kişandin û polîsan xwestin kamereya nûçegihanan destser bike. Piştî rêveber ketin navberê polîsan dest ji vê yêkê berda û bi sedan welatiyan riya ji trafîkê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Pişt re konvoya cenaze hate duryan riya girtîgehan kevin. Bi deh hezaran kesan cenaze bi dirûşmeyên “Zext me bêzar nakin", “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” pêşwazî kirin û birin Mizgefta Taxa Qişlayê.
DARBEST BI GULAN HAT XEMÎLANDIN
Piştî vecîbeyên olî darbest bi ala TEV-DEM'ê hate pêçandin û bi gulan hate xemîlandin. Pşitî girseyê darbest hilgirt û ber bi Goristana Ormanê ve bi meşê bir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Altekîn, wêneyên gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Piştî meşê cenazeyê Altekîn bi duayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn sruda "Ey Reqîp" hate xwendin û rêzgirtin pêk hat. Nûnerê MEYADER'ê Cengîz Ortaç di merasîmê de axivî û wiha got: "Em dizanin mirin heye. Lê mirina bi şeref tiştekî cuda ye."
Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî diyar kir ku gerîla ji bo axa xwe û welatê xwe şehîd dikevin û wiha got: "Em dengdarê gerîla Botan Gever in. Botan Gever bû rûmeta mirovahiyê."
Bavê Şervanê YPG'ê Altekîn Darîs Altekîn jî wiha got: "Ez sipasiyê li hemû kesên heya vir xwedî li şehîdê xwe derketin dikim. Şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê Serok Apo û hemû gelê Kurdistanê sax be."
Piştî axaftina girse ji goristanê veqetiya û sersaxiyên Altekîn dê li taxa Yeşîldere bên qebûlkirin.
ZAROKÊ 14 SALÎ BI BOMBEYA GAZÊ BIRÎNDAR BÛ
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn ciwan li navenda sûkê kom bûn û polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîş li cwanan kir. Di encama êrîşa polîsan de ciwanê 14 salî bi bombeya gazê birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Bûyer li taxa Qişla, Cumhuriyet û Gungorê berdewam dikin.
ŞERVANÊ YPG'Ê CEYLAN LI STEWRÊ HATE DEFINKIRIN
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Metîn Ceylan (Tufan Gernas) li taxa Barman a navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Ceylan piştî karên otopsiyê ji Nexweşxaneya Îpekyolu ya Qoserê hate wergirtin û bi konvoyekî qelebalki birin gund. Cenaze li taxa Pinarder ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyan hate pêşwazkirin. Cenazeyê Ceylan ewil birin mala lê hate dinê. Malbatê cenaze bi gotina "Tu xêr hatî mala xwe" pêşwazî kir û demên hestiyan hatin jiyîn.
Pişt re cenazeyê Ceylan li goristana tax hate definkirin. Piştî karên definkirinê Serokê Şaxa MEYADER'ê Abdullatîf Tabar axivî û diyar kir ku ew dê heya dawî têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest da bidomînin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku ew bi saya kesên jiyana xwe ji dest dan hatin vê rojê.
CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê KAYGISIZ LI NISÊBÎNÊ HATE DEFINKIRIN
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Tayfun Kaygisiz (Hasan Kivircik) jî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Kaygisiz duh ji aliyê malbatê ve ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin û anîn Nisêbînê. Cenazeyê Kaygisiz li Qada Newrozê ji aliyê girseya zêdehî deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê cenaze birin goristanê bi dirûşmeyan hat definkirin.
Di merasîma cenaze de Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û wiha got: "Roj roja yekîtiyê ye. Bila hikûmeta AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê baş bizanin kurd bi kuştinê xilas nabin. Kurd tu caran dest ji têkoşîna azadiyê berandin."
Dayika Şervanê YPG'ê Kaygisiz Hafîze Kaygiz jî wiha got: "Tayfun 13 salin têkoşîna azadiyê dide. Em bi şahadeta wî serbilind in. Çeka wî li erdê namîne."
Sersaxiya Kaygisiz wê li Taxa 8 Mart 3 rojan bidome.