BI DÎMEN

Tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê dewam dike

Li Çiyayê Şengalê 20 ciwanan perwerdeya xwe qedandin û tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bûn.

Li Çiyayê Şengalê 20 ciwanan perwerdeya xwe ya 30 rojî qedandin û tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bûn.

Di merasîma leşkerî ya derçûnê de ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî, fermandarên YBŞ/YPJ-Şengalê û şervan amade bûn. Ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir ku tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê roj bi roj zêde dibin û destnîşan kir ku, ruhê fedayî yê cangoriyên 18'ê Gulanê ev 38 sal in li çiyayê Kurdistanê têdikoşe û niha li Şengalê roleke mezin dilîze.

'EM Ê MIZGÎNIYA AZADIYA ŞENGALÊ BIDIN GELÊ XWE'

Şengalî got, "Em ê fedekariya şehîdên xwe yên di meheke bi vî rengî de ked dane ji bîr nekin û wan di têkoşîna xwe de bijin jiyîn" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di operasyona azadkirina Şengalê de em îro gihaştine qonaxeke nû. Em hemû rêhevalên xwe yên di vê têkoşînê de ked dane bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Ji bo mezinkirina têkoşîna wan û azadiya Şengalê fermandariya hevpar şert e. Eger hinek xwe nêzî hevgirtinê nekin, wê demê ew derdor azadiya Şengalê naxwaze. Weke YBŞ, em ê di demeke nêz de mizgîniya azadiya Şengalê bide civata xwe ya Êzidî û tevahiya gelê Kurd. Ji bo azadkirina Şengalê hêz û vîna me heye. Li ser vê bingehê divê em Êzîdxana xwe biparêzin. Ya ku divê her ciwaneke/î Êzidî bike, ev e. Ji bo pêkanîna vê jî divê ciwanên Êzidî di nava refên YBŞ û YPJ-Şengalê de cih bigirin. Azadiya Şengalê gelekî nêz e û li ser vê bingehê ji hemû hevalan re di xebata wan de serketinê dixwazim."

Piştî axaftina fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî, 20 şervanên perwerdeya xwe qedandin, sond xwarin û tevlî refên YBŞ'ê bûn.