KNK: Parastin û destekkirina HDP'ê erkek neteweyî ye

KNK'ê êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar kir ku destnîşan kir ku parastin û desteka ji bo HDP'ê erkeke neteweyî û niştimanî ye.

Konseya Rêveber KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar kir ku destnîşan kir ku parastin û desteka ji bo HDP'ê erkeke neteweyî û niştimanî ye.

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yekemîn partiya ku temsîla piraniya maqûl a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dike ye û diyar kir ku HDP di heman demê de berdevkiya çîn û navçîn, grûb û kategoriyên civatê yên mexdûr û bindest jî dike. 

KNK'ê ragihand ku gel, çîn û navçîn, grûb û kategoriyên ku ji aliyê dewleta serdestan ve hatine bindest kirin di bin per û baskên HDPê kom bûne, HDP ji bo xwe kirine platformeke demokratîk ku dijî zulm û zorê hebûna xwe, berjewendiyên xwe biparêzin û got, "Lê îro bi rengekî gelek sîstematîk di bin êrîşa dewletê de ne û ev dewleta serdestan, ev dewleta hov firseda jiyanê nade wan û rê nade partiya wan HDPê jî ku wan di dereceya bilind de temsîl bike û di parlementê de bibe dengê wan."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta zalim û sîstema faşîzan benda ji sedî 10'an a hilbijartinê kiriye toka mirinê, ku di serî de Kurd û gelên hevqeder di meydana siyasetê de nemînin û di parlementê de neyêne temsîl kirin. 

KNK'ê diyar kir ku Kurdan û xelkên hevqeder, çîn û navçîn, grûb û kategoriyên bindest da ku bi hêzeke yekbûyî hebûna xwe bidin qebûl kirin, xwe bigihînin parlementê, destên xwe dayîne hev û di bin sîwana HDPê de bûyîne yekvucût ku beramberî dewleta zilimkar bi ser bikevin.

'AKP'Ê JI XWE RE KIRIYE EHD Û PEYMAN KU RÊ LI BER TESMÎLIYETA HDP'Ê BIGIRE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Her ji destpêka xebata pratîk a hilbijartinan heta îro dewletê, hikûmetê, partî û hêzên faşîst di bin ewlekarî û teşwîqa polîs û artêşê de li her derê êrîşan dikin, buroyên HDPê disojin, bombe dikin, kom û kombûnan, mitîngan sabote dikin, provakasyonan pêk tînin. Herî dawiyê jî li Edene û Mersînê buroyên HDPê bi bombeyên ku bi kargoyê hatine rêkirin tehrîb kirin. Gelek birîndar hene, xesareke mezin ya maddî heye. Ev êrîşên berfireh û bi taybetî jî yên li dora Deryaya Spî têne kirin, ku navçeyeke mezin a dîasporaya Kurdî ye, tesaduf nînin.

Ji van êrîş û provakasyonan xuya dibe ku dewletê, hêzên tarî û helbet hukûmeta AKP'ê ji bo xwe kirine ehd û peyman ku rê li ber hilbijartin û temsîliyeta HDPê bigirin. Ji demê starta hilbijartinan heta îro geşbûna xebata HDP'ê, teweccuh û mehbûbiyeta xelkan ji bo HDPê tirseke mezin xistiye dilê AKPê û dewleta zalim û serdestan. Ji medyaya kirêgirtî bigirin heta êrîşa polîsan û hemû dem û dezgehên dewletê adeta gotina xwe kirine yek ku her bi çi rengî be HDP'ê di bin bendê de  bihêlin. Ji ber ku ew benda ku wan ji bo xelkên bindest danayî bi ser wan da tê û ew gelek aşkera dawiya xwe ya hilweşiyayî di vê prosesê de dibînin. Lewma hindî ku rojên hilbijartinê nezîk dibin ew jî bi teknîk û metodên cuda êrîş û provakasyonên xwe didomînin û zêdetir dikin."

'HÎLE Û LÎSTIKÊN WAN BEYHÛDE NE'

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku ev hewldanên êrîşkarî, dek û dolabên û hîle beyhûde ne û wê bê encam bimînin û destnîşa kir ku HDP bi xwînsarî û cesareteke mezin li dijî êrîş û provokasyonan radiweste.

'PANJEHRA VAN ÊRÎŞAN YEKBÛNA KURDAN Û GELÊN BINDEST E'

Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand ku armanca dewletê, ya AKP'ê û ya hemû hêzên xêrnexwaz ew e ku HDPê derveyî parlementê û prosesa demokratîk bihêlin û got, "Ji ber vê yekê ew ê heta roja hilbijartinan van kir û kiryarên xwe bikin û bidomînin. HDP û hemû tifaqdarên demokrasiyê, yên aştiyê divê vê rastiyê bibînin û bi organîzebûneke hêj xurttir û saxlemtir beramberî wan rawestin. Her dengek, her gotinek hêzek e û ev deng û gotin divê mutleq bibin yek ku vî cepheyê bêyûm belav û tarûmar bikin. Panjehra vê êrîşa jehrawî ya dewleta Tirkiyeyê, hikûmeta AKPê û hemû reng hevçeperên wan yekbûna Kurdan a xelkan, ya hemû bindestan e. 

Xelkên Kurdistanê û Tirkiyeyê, roj roja xîretê ye. Hemû tebeqeyên bindest ên civatê, roj roja desthilînê ye. Eger hûn dixwazin li dijî cepheyê şer û fitneyê, ku ev e dewleta hov û hikûmeta AKP'ê û tifaqdarên wan in, divê hemleyeke mezintir bidine destpê kirin û vê benda heyî bi serê wan û heftê û heft babê wan de bihilweşînin.

Li dengê xwe, li gotina xwe, li şeref û namûsa xwe xwedî derkevin û ji sindoqa hilbijartinan ya 7ê Hezîranê bi serbilindî derkevin.

KNK bi hêvî ye ku Kurd û hemû xelkên bindest di vê prosesa hilbijartinan de wê li hebûna xwe xwedî derkevin û van êriş û provakasyonan pûç û betal bikin. 

KNK hemû êrîşan bi xurtî şermezar dike. Parastin û desteka ji bo HDPê erkekî neteweyî û niştimanî ye û KNK, çi li welat û çi li derveyî welat bin, bangî hemû Kurdan, Kurdistaniyan û pêkve bindestan dike ku 7'ê Hezîranê bikine roja bilindkirina alaya demokrasiyê û aştiyê.

Deng bidine HDP'ê, mil bidine HDP'ê, hêz bidine HDP'ê!.

Wê, gelê aştîxwazan û demokrasîxwazan, peya nemînin!."