Şervanên YPG/YPJ’ê li lutkeya herî bilind a Çiyayê Kizwanan ne

Şervanên YPG/YPJ’ê gihiştin jora çiyayê Kizwanan ˮEbdulezîzêˮ ku çeteyan wekî bargeh bi kar dianîn.

Şervanên YPG/YPJ’ê gihiştin jora çiyayê Kizwanan ˮEbdulezîzêˮ ku çeteyan wekî bargeh bi kar dianîn.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, şervanên YPG/YPJ’ê şevê din ji sê aliyan ve gihîştin quntarê Çiyayê Kizwanan (Çiyayê Ebdulezîz). Şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê Til Temir, Hesekê û Serêkaniyê ve gihîştin jora çiya.

Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ’ê îro di danê sibehê herêma Radyo ku cihê herî bilind ê Çiyayê Kizwana ye rizgar kirin.

Hêzên YPG/YPJ’ê di 6’ê Gulanê de Pêngava ˮFermandar Rûbarˮ bi armanca paqijkirina bejahiya kantona Cizîrê ji komên çete dabûn destpêkirin. Di encama pêngavê de derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û bi bi dehan gundên herêmê ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha hejmareke çete hatin kuştin.

...