Cenazeyê şervanê YPG'ê Oztemel hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Alî Oztemel ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Alî Oztemel (Şervan HarÛn) ê ku di 16'ê Çileya 2015'an de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê ber bi Wêranşarê ve hat birêkirin. Li pêşiya navçeyê cenazeyê Oztemel bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi dirûşmeya "Şehîd namirin" anîn navçeyê. 

Cenazeyê Oztemel li navenda navçeyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate hilgirtin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" ber bi goristanê ve bi meşê birin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Oztemel hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYADER'ê Şeyhmus Oktay axivî û diyar kir ku ew ê xwedî li hemû mîrateyên berxwedêrên jiyana xwe ji dest dan derbikevin û got: "Rêhevalê me tu rihet razê êdî Kobanê azad e. Wê têkoşîna te bidome."