Bayik: Eger deklarasyon bicih were anîn PKK wê kongreyê bicivîne

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Hozat di bernameya taybet a MedNûçe de pêvajoya çareseriyê, mijara civandina kongrya PKK'ê û deklarasyona Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê nirxandin.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Hozat di bernameya taybet a MedNûçe de pêvajoya çareseriyê, mijara civandina kongrya PKK'ê û deklarasyona Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê nirxandin.

Bayik û Hozat bersiv dan pirsên rojnamevan Erdal Er, Veysî Sarisozen, Ramazan Olçen û Rojbîn Ekîn.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat der barê 'pêvajoya çareseriyê' de diyar kir ku pêvajo sekinî ye û anî ziman ku piştî deklarasyona Dolmabahçeyê bi helwesta Erdogan re pêvajoya diyalogê jî qut bûye.

Hozat ragihand ku bi qasî du meh in hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çênabe û got, "Heyet nikare biçe giravê. Hin daxuyanî hatin dayîn ji aliyê Erdogan û rayedarên hikûmetê ve. Erdogan got 'Mase nîne', 'Pirsgirêka Kurd nîne', 'Pêwîstî bi desteya çavdêriyê nîne ji ber ku ev yek wê Ocalan rewa bike'. AKP'ê bi vî rengî bi awayekî aşkera ji raya giştî re ragihand ku ew ê pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk çareser neke. Beriya pêvajoya hilbijartinê ev ragihand. Nîşan da ku ti plan û projeyeke xwe ya çareseriyê nîne. Li zimanê berê yê înkar û tinekirinê vegeriya. Lewma pêvajoyeke nîne."

'AGIREST JI BO XATIRÊ HILBILJARTINÊ JI ALIYÊ ME VE DEWAM DIKE'

Hozat tevî vê rewşê jî destnîşan kir ku agirbest dewam dike û got, "Ev agirbest ji bo xatirê hilbijartinê dewam dike. AKP der heqê hilbijartinan de di nava hewldaneke provokasyonê de ye. Bi taybetî bi tevdana neteweperestan re dixwaze dengên neteweperestan bi dest bixe. Bi bikaranîna Alperenan re êrîşî HDP'ê dike û konsepteke bi vî rengî dimeşîne. Siyaseteke faşîzan dimeşîne ku HDP'ê ji Tirkiyeyê derxîne, li Kurdistanê rabigire, li binê bendê bihêle û li derveyî meclîsê bihêle. Ji bo pûçkirina vê siyasetê, ji bo pûçkirina siyaseta faşîzan, antî demokratîk û provokatîf a AKP'ê, me xwest di vê pêvajoyê de agirbestê dewam bikin. Di rewşa heyî de AKP'ê dawî li pêvajoyê aniye. AKP'ê şer îlan kiriye û şer dimeşîne. Niha bi awayekî yekalî agirbest di bin berpirsyariya me de dewam dike. Ji bo pûçkirina planên qirêj ên AKP'ê yên li hemberî HDP'ê ev agirbest dewam dike."

'EGER DEKLARASYONA BICIH WERE ANÎN EM NIHA JÎ AMADE NE KONGREYÊ BICIVÎNIN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî bal kişand ser pêvajoya bi Dolmabahçeyê re ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û anî ziman ku ev pêvajo bi Newrozê re ji tevahiya cîhanê re hat ragihandin.

Bayik diyar kir ku Ocalan niyeta xwe ragihandiye û got, "Daye xuyakirin ku eger muzakere li ser bingeha deh xalan destpê bike, heyeta çavdêriyê ava bibe, ew ê bi heyeta çavdêriyê re biaxive, bi hevdîtina bi wan re wê komîsyona heqîqetê ava bikin û hingî PKK divê kongreya xwe bicivîne û biryareke nû werbigire. Li ser vê bingehê weke rêxistinê me dest bi amdekariyên xwe kirin û amadekariyên xwe temam kirin. Li gorî mutebeqeta Dolmabahçeyê me xwest kongreya PKK'ê bicivînin. Me hemû amadekariyên xwe qedand û me yê kongreyeke bi vî rengî lidar bixistana. lê belê Erdogan dest li pêvajoyê werda, muzakere red kir, mase red kir, alî red kir, got 'Pirsgirêka Kurd nîne, cihêkariî ye, kî behsa muzakereyê, behsa aliyan bike, ev yek tê wateya hilweşandina dewleta Tirkiyeyê' û bi vî rengî mercên lidarketina kongreyê ji holê rakir. Ji ber ku pêvajo qedand. Rêber Apo bi hewldanên mezin pêvajoya çareseriyê anî qonaxa muzakereyê, di vir de wê PKK bi kongreyê re re dawî li têkoşîna çekdarî bianiya, siyaseta demokratîk bi pêş biketa, lê belê Erdogan dest li pêvajoyê werda û pêvajo qedand. Li ser vê yekê me civandina kongreyê taloq kir, rawestand. Naxwe me yê kongre bicivanda, lê niha sekinî ye. Eger mutebeqeta Rêber Apo ya li Dolmabahçeyê hat ragihandin esas were girtin, ew deh xal weke xalên muzakereyê werin qebûlkirin, li ser vê bingehê muzakere destpê bike, heyeta çavdêriyê bi Rêber po re hevdîtinê bike, li parlamentê komîsyoneke çareseriyê wre avakirin, komîsyona lêkolîna heqîqetan bixebite, em niha jî amade ne kongreyê bicivînin û dawî li têkoşîna çekdarî bînin. Eger Tirkiye vê bich bîne, di rewşa niha de jî em amade ne vê kongreyê bicivînin û vê biryarê bistînin. Divê raya giştî vê zanibe. Erdogan çareseriya pirsgirêkê naxawze. Eger çareseriya pirsgirêkê xwestîbûya, mutebeqet hebû, maseya muzakereyê ava bûbû, wê muzakere bida destpêkirin. Wê pirsgirêka Kurd bi rêbaza demokratîk biketa ser rêya çareseriyê. Lê belê ji ber ku ev hemû red kir, me jî kongre sekinand. Sedem ev e. Girîng e raya giştî vê zanibe."

'AKP DIXWAZE PKK ŞER BIKE'

Besê Hozat jî da xuyakirin ku AKP dixwaze PKK şer bike û got, "Helwesta niha ya AKP'ê ev e. Gelekî zelal e. Bi israr dixwaze PKK şer bike. Naxwaze têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê were sekinandin. AKP xwedî zîhniyeteke faşîst e, lewma şer li gorî berjewendiyên xwe dibîne."

Bayik da zanîn ku wan bi helwest û xebatên xwe yên heta niha de nîşan dane di muzakereyê de çiqasî bi israr in, di çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd de çiqasî bi israr in û got, "Em dixwazin li Tirkiyeyê neteweya demokratîk bi pêş bikeve. Ev hilbijartin jî ji ber vê yekê, amûreke girîng e. Dema em neteweya demokratîk bi pêş dixînin, em vê yekê ne tenê weke xebateke ji bo hilbijartinê dibînin. Bi hilbijartinê re ev yek hat meyandin û ev yek jî ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin. Niha neteweya demokratîk, tevî hemû hewldanên neyînî yên dewletê û Erdogan, bi pêş dikeve, ava dibe. Ji ber ku tevahiya Tirkiyeyê di bin sîwana HDP'ê de cih girt."

Hozat anî ziman ku ya Tirkiyeyê ji karesatê, ji çiravê rizgar bike, serketina demokrasiyê ye û got, "Lewma Rizgarî û çarenûsa Tirkiyeyê bi rastî jî di destê HDP'ê de ye. Pêşeroja Tirkiyeyê di destê HDP'ê de ye. Xeta ku HDP temsîl dike wê Tirkiyeyê rizgar bike, ew jî projeya neteweya demokratîk e. Xeta neteweya demokratîk e. Ji ber ku AKP'ê rê li ber şerekî cidî yê mezhebî, şerekî cidî yê etnîkî vekiriye. Ev yek kûr kiriye. Siyaseta bi vê rêbazê ya li herêmê jî bi awayekî aktîf destek dike. Li herêmê şerekî berfireh ê mezhebî, etnîkî heye û vê yekê niha dor li Tirkiyeyê girtiye."

Hozat da xuyakirin ku serketina hêzên demokrasiyê, ji bo derketina Tirkiyeyê ji nava vê xeteriya heyî, wê roleke diyarker bilîze û ev yek destnîşan kir: "Ev hilbijartin ji ber vê yekê gelekî girîn gin. Me gelek caran bang kirin. Hemû gel, hêz û derdorên li aştî, demokrasî û aramiya Tirkiyeyê difikirin, di vê mijarê de hesas in, dive xwedî li HDP'ê derkevin, xwedî li siyaseta demokratîk derkevin. Di van hilbijartinan de ji bo serketina HDP'ê pêwîste xebateke cidî were meşandin, tevlîbûneke xurt bê kirin. Girîng e her kes seferber bibe, destpêkê jî Kurd, Elewî, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn. Ji ber ku eger HDP bi ser nekeve, ya ku li Tirkiyeyê rû bide heman rewşa niha li Sûriye û Iraqê heye. Ev yek şerekî mezin e."

...