Şervanên MLKP’î: Divê gel ji bo mirovahiyê bên Rojava û şer bikin
Şervanên MLKP’î yên bi eslê xwe Îspanyolî û Tirkiyeyî ne û li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer dikin, diyar kirin ku şerê niha li dijî DAIŞ’ê tê meşandin ji bo rûmeta mirovahiyê ye.
Şervanên MLKP’î yên bi eslê xwe Îspanyolî û Tirkiyeyî ne û li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer dikin, diyar kirin ku şerê niha li dijî DAIŞ’ê tê meşandin ji bo rûmeta mirovahiyê ye.
Şervanên MLKP’î yên bi eslê xwe Îspanyolî û Tirkiyeyî ne û li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer dikin, diyar kirin ku şerê niha li dijî DAIŞ’ê tê meşandin ji bo rûmeta mirovahiyê ye û her wiha bang li gelên cîhanê hat kirin ku ji bo şoreşa Rojava bi gelên Rojava re bikevin nava piştevaniyê.
Endamê Rêxistina Jinûve Avakirina Komunîst Lenînîst Marksîst a Îspanyayê Paco Arcadîo: Ez endamê delegasyona ji bo şer hatine Rojava me.
Dema operasyona me pêk aniye bê nirxandin, em hemû şervan difikirin ku ji bo Rojava û Kobanê pêngaveke zelal hatiye meşanê. Di heman demê de DAIŞ’ê piştî vê pêngavê hêz winda kir. Li dijî pêşketina hêzên YPG û YPJ’ê nekarî tiştekî bike. Li aliyê din me piştgiriya hêzên koalîsyonê nirxand. Lê li gorî me ev li plana dawî dimîne. Her wiha me dît ku rêya DAIŞ’ê bi kontrole, ji aliyê çapemeniyê ve jî li ser esasê tirs û kaosê tê bi rêvebirin. Gelek cebilxane, bombeavêj, gule û çekên wan hene. Ev jî hêrsa DAIŞ’ê ya li dijî hêzên YPG û YPJ’ê nîşan dide.
Ji bo me yekbûna Kantona Rojava bi Kantona Kobanê û Çiyayê Kizvan re pêngavek girîng bû. Ji ber aliyê şer guherî. Di şerê li Rojava û herêmên din de tecrubeyên zêde yên YPG û YPJ’ê tine bû. Lê berovajî li çiyan rewş guherî. YPG-YPJ û gelek kadroyên wan bi salan bûn li çiya bûn. Ji ber vê pêşketina me wê hêsan be.
EM PÊŞ DE DIÇIN ÇETE DIREVIN
Şervanê MLKP’î yê ji Tirk: DAIŞ belaya serê gelên Rojhilata Navîn e û îro jî belayê şoreşa Rojava ye. Ev koza mezin a emperyalîstan e. Ev çete ji bo li ser gelê Rojava terorê bimeşîne hatiye avakirin. Li hinek herêmên kantona Cizîrê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ev demeke dihat jiyîn. Heta ev êrîş neyên şikandin, serketin wê derengtir bikeve. Li gor daxwazên gelan, ev pêngav ber bi serketinê ve diçe. Bi dehan gund û mezra hatin rizgarkirin.
Gundên ku çete jê direvin, gel, hêzên YPG û YPJ’ê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Çete li dijî berxwedana me ya bi heybet vedikişin. Bi taybet li eniya Serêkaniyê em lez pêş dikevin. Pêngav bi serketî dimeşe.
Çeteyan di vê pêvajoyê de darbeyên mezin girtin. Gelek endamên wê hatin kuştin , gelek cebilxane hatin desteserkirin. Ez di heman demê de sabotajvanim. Bi pêngava ku di 6’ê Gulanê de destpêkir de me gelek mayîn desteserkirin.
Em hêzên YPG û YPJ’ê ji bo rizgariya mirovahiyê şer dikin. Em pêkhateyên YPG û YPJ’ê wisa şer dikin. Ji ber em xwedî îdeolojiyek bi rûmet û xurt in, em ê qezenc bikin. Em li vê eniyê pir nêzî Çiyayê Kizvan bûne. Hêza em pê re şer dikin, hêzeke dixwaze hovîtiya serdema navîn li gelên cîhanê musalat bike ye. Îro ev tenê bi Rojava re ne sînor e. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn li cihekî zêdetir tê dîtinê ye. Roj tê li ser hinek gelên din terorê dimeşînin. Em armanca van baş dizanin. Dixwazin hovîtiyê li ser galan serdest bikin. Dixwazin pêşketina mirovahiyê qels bikin. Em ê pêşî li vê bigirin. Ji ber vê gelên Rojava, niha gelê Ereb, Asûrî li pişt YPG û YPJ’ê cih digirin. Divê divê gelên cîhanê vê baş bizanin. Îro li Rojhilata Navîn û Rojava şerê rizgariya mirovahiyê tê dayîn. Serketina li dijî DAIŞ’ê wê serketina mirovahiyê be. Ez bang li gelên cîhanê dikim ku li dijî vê hovîtiyê, ji bo azadiya gelan şer bikin. Ji ber ev çete tenê êrîşê gelê Kurd , Ereb an jî Asûrî nakin. Êrîşî mirovahiyê dikin. Divê ji her çand û baweriyê kes li dijî van şer bikin.
DEWLETA TIRK PIŞTGIRIYÊ DIDE DAIŞ’Ê
Şervanekî din yê MLKP’î yê Tirk: Em ber bi qûntarên Çiyayê Kizvan dixwazin çeteyên DAIŞ’ê bişikînin. Em gelek pêşde çûne. Em nêzî Evdulazîz, heta parastina Alya çûne. Li eniya Rojava, yanî li eniya ku li Kobanê dinêre, çeteyan êrîşê Tîl Boga kir. Me êrîşa wan şikand. Windahiyên wan ên mezin çêbûn. Li eniya Rojava, hevkariya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de mijara gotinê ye. DAIŞ ji dewleta Tirk piştgiriyê digire. Di aliyê lojîstîk û leşkerî de em vê aşkera dibînin. Ya ku karê me zehmet dike ev bû. Lê ji derveyê vê lêgerîna me didome. Em ê hewl bidin xeta Kobanê û Serêkaniyê vekin. Em ê ji vir şûnde têkoşînê bidomînin. Em bang dikin ku bi hevalên YPG û YPJ’ê re şer bê mezinkirin. Em hemû kesî vexwendiyê têkoşînê û modela demokratîk dikin.
JI BER PARÇEYEK VÊ PÊNGAVÊ ME GELEK KÊFXWEŞIM
Telman Demîrcîgolu: Ez ji Elmanyayê beşdar bûme. Endamê MLKP’ê me. Min di pêngava parastina Hesekê di nava YPG’ê de cih girt.
Hevalên YPG’ê min wek MLKP’î dibînin û heman demê de wek parçeyek YPG’ê dibînin. Ji me re dibêjin ‘Ev şoreş ya we ye, we li vir can da’. Dema ez van gotinan dibihîzim, ez me kêfxweş dike. Ji ber em MLKP’î ne YPG’î cuda nêzî me dibin. Me wek şervanên ku bi fikrên şoreşger hatine dibînin. Me bi YPG’ê re operasyon serketî bi encam kir. Me du gund azad kir. Birîndarên me kêmin û me şehîd nedan. Me rêz dît. Em bi wan re beşdarî operasyonan dibin. Em bi hev re tevdigerin. Em parçeyek wan in. Ji ber ez parçeyek vê pêngavê me ez gelek kêfxweşim.
DAIŞ ji ber ditirse, şerê qirêj dimeşîne. Bi wesayîtên bombebarkirî êrîşan pêk tînin. Em şer dikin û di demek kurt de em ê dawiya wan bînin.