Artêşa Tirk li dû provokasyonan e

Tevgera keşfê û operasyonên artêşa Tirk ên ji bo derxistina provokasyonan, bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera keşfê û operasyonên provokatîf ên artêşa Tirk dewam dikin û got, "Di 17'ê Gulanê saet di 13:00 de li qada Şkêrê Spî ya navçeya Colemêrg Şemzînanê, operasyonek hatiye destpêkirin. Hêzên me yên gerîla jî bi armanca hişyarkirinê 2 caran gule reşandine. Li ser vê yekê hêzên operasyonê xwe vekişandine."

HPG'ê da zanîn ku tevgera hewayî ya li hemberî qadên gerîla jî dewam dike û ev agahî bi raya giştî re parve kir: "Di 18'ê Gulanê saet di navbera 09:00 - 10:00 de li herêma xakurkê û ser sînor, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye. Ev tevgera keşfî li herêmên me yên gerîla zêde bûye. Li gorî vê yekê;

Di 18'ê Gulanê saet di 13:00 - 16:00 de li qadên Geliyê Ûranîs, Geliyê Kesan û Geliyê Karez ên navçeya Bedlî Tetwanê, heman rojê saet di navbera 20:00 - 00:00 de li herêma Zagrosê, di 19'ê Gulanê saet di navbera 05:00 - 08:00 de li herêma Oremar a Şemzînanê, di 18'ê Gulanê saet di navbera 10:00 - 19:30 de û di 19'ê Gulanê saet di navbera 01:30 - 12:00 de li herêma Avaşînê, ji saet 21:00 ê 18'ê Gulanê heta 06:30 ê 19'ê Gulanê li herêma Heftanînê û xeta sînor, di 19'ê Gulanê saet di navbera 02:30 - 05:30 de li herêma Metîna, di 18'ê Gulanê saet di navbera 08:00 - 18:00 de li ser qadên Ertûş, Cîloyê Biçûk, Şehîd Rustem, Verxelê, Tabûra Ereban ên li herêma Zapê, artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye. Di 18'ê Gulanê saet di navbera 21:00 - 23:00 de li ser qadên Garê ya Biçûk, Ertûş û Cîloyê Biçûk ên herêma Zapê balafirên şer tevgeriya ne."

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin: Di 18'ê Gulanê de li gundên Gatir, Çat û Ayrangol ên navçeya Agirî Zêdkanê bi maşînên zirxî keşif hatine kirin.

Di 17'ê Gulanê de li gundê Tarav ê navçeya Amed Liceyê, komek ji kontra kincên gerîlayên me li xwe kiriye û li ser rê wesayît sekinandiye. Li vir zext û îşkence li ajokarên wesayîtan kirine.

Di 18'ê Gulanê saet di navbera 16:00 - 17:00 de li qada Girê Cûm ê Liceyê, artêşa T.C a dagirker kemîn daniye.

Di 18'ê Gulanê saet di navbera 12:00 - 19:00 de li qada Apê Mûsa bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.

Di 18'ê Gulanê saet di navbera 04:00 - 05:00 de li ser qada Kizilagaçê artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kiriye û saet di navbera 09:00 - 13:30 de jî li ser qada Kerastan a navçeya Çewlik Azarpêtê helîkopterên Skorsky tevgeriya ne."

PASTARÊN ÎRANÊ KEMÎNAN DATÎNIN

HPG'ê da zanîn ku di 17'ê Gulanê saet di 21:30 de li qada Qelenya ya Îranê, artêşa Îranê kemîn daniye ser rêgeha hêzên gerîla û got, "Di dema derbasbûna komek ji gerîlayên me de pastarên Îranê gule reşandine û ji bo demeke kurt pevçûn derketiye. Hêzên me yên gerîla ji qadê derketiye, lê pastarên xwestine şer bikin derketine operasyonê. Pastarên Îranê yên ti encam bi dest nexistin, gule li derdorê reşandin û xwe vekişandin."