KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya 2 şervanan aşkera kir
Nasnameya du şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li dijî hewldana çeteyên DAIŞ’ê de tê rêveberin jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin. -
YPG’ê gelek deverên Til Hirmiz rizgar kir
Şervanên YPG’ê di encama şer û pevçûnên dijwar de li gundê Aşurî yê Til Hirmiz gelek dever xistin bin kontrola xwe. -
Meclîsa Rûspiyan Buroya Rêveber, Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê erkdar kir
Civîna Meclîsa Rûspiyên Kobanê bi derxistina endamên Buroya Rêveber û Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê li herêmê bi dawî bû. -
Pêvajoya rizgarkirina gundên Asûriyan destpê kir
Li derdora gundê Til Hirmiz şerê dijwar rû didin. Di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin, bi van pevçûnan pêvajoya rizgarkirina gundên Asûriyan jî hate destpêkirin. -
Zextên artêşa Tirk zêde bûn
Artêşa Tirk 15’ê Gulanê saet di navbera 14:00-19:30’î de li Amed-Hênê nuqteyên kontrolê danî û kontrola nasneyan kir. Li gundên girêdayî Xinis û Qereçoban jî artêşa Tirk zextê li ser gelê herêmê dike. -
HPG: Artêşa Tirk bi awayekî zêde kemînan datîne
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hember qadên gerîlayan her roj zêdetir dibe. -
Girtiyê nexweş Vural jiyana xwe ji dest da
Girtiyê edlî yê bi navê Hasan Vural (75) ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dimîne ji ber pirsgirêkên tendûrîstiyê demek bû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Erziromê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Meclîsa Rûspiyên Kobanê civiya
Meclîsa Rûspiyên herêma Kobanê ku ji nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên kantona Kobanê ku xebatên xwe ji ber şer rawestandibû bi armanca aktîfbûnê civîna xwe careke din li dar xist. -
Kongreya oldarên Îslamê destpê kir
Kongreya yekem a Oldarên Îslamî yên kantona Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo destpê kir. -
Yekemîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê destpê kir
1’emîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê bi munasebeta bîranîna Ronakbîrê Kurd Nurî Dêrsimî bi zimanê zikmakî destpê kir. -
‘Hemleya Fermandar RÛBAR Qamişlo didome’
Navenda Ragihandina YPG’ê li kantona Cizîrê û Kobanê 12 gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, çek û cebilxane hatin destserkirin. -
Li Navçeya Sûrê ji bo şeva Mihracê Mewlûd hate dayîn
Koordînasyona HDP’ê ya hilbijartinan a navçeya Sûrê û Meclîsa Gel a Taxa Fatih Paşa bi boneya Mihraca Qendîlê mewlûdek dan. -
3 şervan hatin oxirkirin
Bi sedan kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê. -
KCK: Pêwîst e li hember AKP’a ji êrîşên li ser HDP’ê berpirsyar helwest bê girtin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku her roj buroyên hilbijartinê yên HDP’ê rastî êrîşê tên û got ku hikûmeta AKP’ê û berdevkên wê ji vê berpisin. -
Di navbera polîsên Tîmen Taybet û leşkeran de şer: 3 astsubay 5 polîs mirin
Ji aliyê dewleta Tirk ve li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê berî niha bi 20 rojan hat xwestin ku provokasyoneke mezin bê kirin. -
Şervanê YPG’ê Guzel û Baran ber bi rêwitiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Ebubekîr Guzel (Adil Amed) û Şiyar Baran (Artêş Baran) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. -
YPG’ê li Kobanê fabrîqeya çimento û girek stratejîk rizgar kir
Şervanên YPG/YPJ’ê li dijî baregehên çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de Febrîqeya çimento ya Tirki (Güreş) û gireke stratejîk ji çeteyan hate paqijkirin. Di pevçûnên dijwar de 15 çete jî hatin kuştin. -
PYD amadekariya kongreya Efrînê dike
Rêxistina PYD’ê ya kantona Efrînê civîna amadekariyê y kongreya xwe ya yekem a Kantona Efrînê lidar xist. -
Çeteyan agir berdan gundê Til Hirmiz
Çeteyên DAI’ê yên ku derbeyên giran ji destê hêzên YPG’ê dixwe, agir berdan gundê Til Hirmiz ê Asuriyan. -
YPG: Li Cizîr û Kobanê 2 gund hatin rizgarkirin, 49 çete hatin kuştin
Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li kantonên Cizîr û Kobanê de duh 2 gund hatin rizgarkirin û herî kêm 49 çete hatin kuştin. -
Heyeta AGÎT hat serdana ÎHD’ê
Heyeta AGÎT’ê di çarçoveya hilbijartina de Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyetê der barê ewlekariya hilbijartinan, binpêkirina mafan û xebatên şopandinê de agahî wergirt. -
Ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze gav tê avêtin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze wê gava destpêkê ya şênber di 18'ê Gulanê de biavêje û "Navenda Koordînasyonê ya Zindana Amedê" bixe xizmetê. -
HPG: Operasyon, kemîn û tevgera leşkerî zêde dibe
HPG’ê diyar kir ku operasyon, kemîn û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bi awayekî pir berbiçav zêde dibe û diyar kir ku hêzên gerîla li hember hewldanên provokatîf bi armanca hişyarkirinê gule berdane. -
Kolanç ê YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazan Kolanç (Zafer Cûdî) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ya bi beşdariya deh hezaran kesî hat veşartin. -
Li Şengalê 5 çete hatin kuştin
Di çalakiyên hêzên berxwedanê yên li Şengalê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.