Ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze gav tê avêtin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze wê gava destpêkê ya şênber di 18'ê Gulanê de biavêje û "Navenda Koordînasyonê ya Zindana Amedê" bixe xizmetê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze wê gava destpêkê ya şênber di 18'ê Gulanê de biavêje û "Navenda Koordînasyonê ya Zindana Amedê" bixe xizmetê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze wê gava destpêkê ya şênber di 18'ê Gulanê de biavêje û "Navenda Koordînasyona Zindana Amedê" veke.
Zindana Amedê ku di derbeya 12'ê Îlonê de wek navenda îşkenceyê bû, her wiha bûye mijara roman, fîlm û wêneyan, bi hewldana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê veguhere muzexaneyê. Ev hewldana ku Şaredariyê serkêşiya wê dike û saziyên civaka sîvîl piştgiriyê lê dikin, ji bo bibe muzexane xebat wê roja Duşemê li "Navenda Koordînasyona Girtîgeha Amedê" ku Jîngeha Sumerparkê ye, bêne meşandin.
Serokê Daîreya Geşkirina Aboriya Xwecihî ya Şaredariya Mezin Necatî Pîrîncçîoglû, der barê armancên vê hewldanê de agahî da û diyar kir Zindana Amedê demeke dirêj e di dilê gelê kurd de wek kul û birînekê ye. Pîrîncçîoglû da zanîn, her kes dixwaze ev cihê tarî û hêlîna wehşetê bibe muzexaneyeke rûbirûbûnê û got, "Xebatên Komîsyona Dadê û Lêkolînkirina Rastiya Zindana Amedê ku ji sala 2008'an ve ji bo ev der bibe muze dane destpêkirin, qonaxeke baş bi pêşve biriye. Piştî ev mijar hatiye rojevê di raya giştî ya Tirkiyeyê de qederekê deng vedaye." Pîrîncçîoglû aşkera kir, ji ber konjuntûra siyasî hikûmeta navendî jî germ dinêre ku zindanê bikin muzexane.
Pîrîncçîoglû der barê hewldanê de agahî dan got, "Bi serkêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Weqfa 78'an, TUHAD-FED, MEYADER, ÎHD, Baro û TMMOB û hin sazî hatine cem hev, ji bo zindana Amedê bibe muzexane nîqaş meşandine û di encamê de biryar dane ku ev hewldan bibe hewldaneke sazûmanî."
Pîrîncçîoglû da xuyakirin wan li Jîngeha Sumerparkê "Navenda Koordînasyona Zindana Amedê" ava kiriye û got, ew ê 18'ê Gulanê saet: 16.00 bi beşdariya şahidên wê demê bê vekirin. Pîrîncçîoglû di wê vekirinê de, sê pêşangehên wêneyan ên ser zindana Amedê jî bên pêşandan. Pîrîncçîoglû bal kişand ser xebatên vê hewldanê û got, "Divê Wezareta Edalet û ya Muzeyan ji bo zindan bibe muzexane pêşengiyê bikin. Ji bo vê divê hemû derfetên madî û manewî pêşkêş bikin. Her wiha ev navenda şaredariyê ji bo vê xebatê gelekî girîng e."