Kolanç ê YPG'yî ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazan Kolanç (Zafer Cûdî) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ya bi beşdariya deh hezaran kesî hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ramazan Kolanç (Zafer Cûdî) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî ya bi beşdariya deh hezaran kesî hat veşartin.

Li Cizîrê esnafan dikanên xwe venekirin. Girseya gel a li ser kolana Hezexê cenaze pêşwazî kir, darbest hilgirt ser milan û ber bi kolana Nisêbînê ve meşiya. Girseya gel a hat Goristana Asrî ya Cizîrê, li kolana li ber goristanê merasîmek lidar xist.

Hevserokê MEYA-DER Şaxê Cizîrê Kasim Yîgît li merasîmê peyivî û destnîşan kir ku ji bo dilsoziya bi bîranîna Kolanç ew ê di rêya wan de heta serketinê têbikoş in.

Bavê şervanê YPG'ê Kolanç Selahattîn Kolanç jî diyar kir ku kurê wî cangoriyê tevahiya gelê Kurd e û anî ziman ku ji bo doza azadiyê ya gelê Kurd canê xwe feda kiriye. Bav Selahattîn Kolanç ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.

Hevalên şervanê YPG'ê Kolanç, wasiyeta Kolanç a ji wan re hiştibû bicih anîn û bi hev re sirûda "Kizil Guller Açinca" gotin. Cenazeyê Kolanç dûre hat veşartin.