YPG’ê gelek deverên Til Hirmiz rizgar kir
Şervanên YPG’ê di encama şer û pevçûnên dijwar de li gundê Aşurî yê Til Hirmiz gelek dever xistin bin kontrola xwe.
Şervanên YPG’ê di encama şer û pevçûnên dijwar de li gundê Aşurî yê Til Hirmiz gelek dever xistin bin kontrola xwe.
Şervanên YPG’ê di encama şer û pevçûnên dijwar de li gundê Aşurî yê Til Hirmiz gelek dever xistin bin kontrola xwe.
“Hemleya Fermandar Rubar” a ku YPG’ê roja 6’ê gulanê bi armanca berterefkirina xetereya çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin berdewam e.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, şervanên YPG’ê di çarçova hemleyê de iro gundek, 4 gundik û benzînxaneyek ji çeteyan paqij kirin û gelek deverên gundê Til Hirmiz ê ku ji serê sibehê ve şer û pevçûnên dijwar lê rû didin jî xistin bin kontrola xwe.
GUNDEK, GUNDIKEK Û BENZÎNXANEYEK HAT RIZGARKIRIN
“Hemleya Fermandar Rûbar” di roja 10’an de bi şer û pevçûnên dijwar didome. Şervanên YPG’ê, di encama pevçûnên ji şevê din de didomin de li eniya şer a Serêkaniyê gundê Gozelîyê, gundikê Şiwêş û Benzînxaneya Şêx ji çeteyan paqij kirin.
LI XETA HESEKÊ-TIL TEMIR 3 GUNDIK HATIN RIZGARKIRIN
Li eniya Hesekê-Til Temir jî şer û pevçûn ji şêvê din de berdewam in û di encama pevçûnan de şervanên YPG/YPJ’ê gundikên Davudiyê Şiwêş, Ebu Hemdo û Ebu Nuhat ji çeteyan paqij kirin.
GELEK DEVERÊN GUNDÊ TIL HIRMIZ KET BIN KONTROLA YPG’Ê
Piştî ku di encama şerê 3 rojan de duh gundê Rezazê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hat rizgarkirin, îro jî şer li derdora gundê Til Hirmiz dijwar bû.
Pevçûnên ku serê sibehê destpê kirin, ber bi nîvro ve pir dijwar bûn. Piştî nîvro jî di encama şer û pevçûnên pir dijwar de şervanên YPG/YPJ’ê, gelek deverên gundê Til Hirmiz ên wekî Avahiya Şaredariyê, Navenda Tendurustiyê û dibistana gund xistin bin kontrola xwe.
YPG li deverên ku xistiye bin kontrolê de xebatên lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin.
Ekîba pispor a YPG’ê, heta niha li gundê Til Hirmiz û derdora wê, zêdetirî 30 mayin û bombeyên bi destan hatine çêkirin û li nav zevî û avahiyên gund de hatibûn bicihkirin, bêbandor kirin.
Şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li eniyên Hesekê-Til Temir û Serêkaniyê berdewam in.