Yekemîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê destpê kir

1’emîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê bi munasebeta bîranîna Ronakbîrê Kurd Nurî Dêrsimî bi zimanê zikmakî destpê kir.

1’emîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê bi munasebeta bîranîna Ronakbîrê Kurd Nurî Dêrsimî bi zimanê zikmakî destpê kir.

Li Dêrsimê 1’emîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê bi munasebeta bîranîna Ronakbîrê Kurd Nurî Dêrsimî bi zimanê zikmakî li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê destpê kir. Baytarên rojhilat û bakur ên Kurdistanê, endamên Destaya Kongreya Baytarên Mezopotamyayê, Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul û gelek kes tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de ji bo cangoriyên têkoşînê rêz hat girtin.

Endamê Desteya Kongreya Baytarên Mezopotamyayê Nedîm Taşli axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew vê kongre ji bo termînolojiya baytaran gelek girîng dibine û got ku bingeha baytaran 78 sal berê Baytar û Ronakbîrê Kurd Nurî Dêrsimî destpê kir. Taşli destnîşan kir ku ev kongre ji bo bîranîna Nûrî Dêrsimî hatiye amadekirin û wiha got: “Îro em 78 sal şûnde li saziyê Dêrsimê de ji bo bîranîna Ronakbîrê Kurd Nurî Dêrsimî kongreya xwe û kom xebata zanyariyê li dar dixin. Îro ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye. Roja zimanê zikmakî ye. Em roja zimanê zikmakî pîroz dikin.”

Piştî axaftina Taşli ji bo divanê Dr. Diyar Tayyep Bervary, Dr. Mehmet Biçak û Dr. Şiyar Suleyman hat hilbijartin. Rûniştina yekemîn bi axaftinan dawî bû û piştî nîvro nîqaş ji çapemenî re girtî berdevam bike.

1’emîn Kongreya Baytarên Mezopotamyayê sibe jî berdevam bike.