Şervanê YPG’ê Guzel û Baran ber bi rêwitiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ebubekîr Guzel (Adil Amed) û Şiyar Baran (Artêş Baran) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ebubekîr Guzel (Adil Amed) û Şiyar Baran (Artêş Baran) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Ebubekîr Guzel (Adil Amed) û Şiyar Baran (Artêş Baran) ên li Kobanê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. Cenazeyên ku ji Rihayê anîn Amedê li Ava Petrolê ji aliyê gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin û bi konvoyê anîn navenda bajar. Cenazeyên YPG’iyan li nêzî Goristana Yenîkoyê bi hezaran welatiyên ku di nav de namzetên HDP’ê jî hebûn ve hate rawestandin û li ser milan birin mizgefta goristanê. Li vir piştî nimêja cenaze bi dirûşmên “Şehîd namirin” “Qatil DAIŞ hevkar AKP” ve birin cihê ku wê bên definkirin.

Piştî ku cenaze hatin definkirin Hevserokê MEYA-DER’ê Mehmet Akar axivî û ji bo malbatê sersaxî xwest. Hevserokê DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir peywira wan ev e ku têkoşînê bi serketinê encam bikin.

Piştî axaftinan girse bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve belav bû.