3 şervan hatin oxirkirin
Bi sedan kesî cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Şahîn Bozan (Amek Kobanê), Mihemed Kilîşo (Dilşêr Serêkaniyê) û Idrîs Ehmê (Goran Serêknaiyê) ên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê sedan welatiyên Serêkaniyê û gundê wê ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê hate wergirtin.
Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyan vekiribûn û bê navber dirûşm gotin, cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve derxistin rê. Li rêya ketina gund welatiyên ji Dirbêsiyê jî hatibûn merasîmê kom bûn. Li vir û dema kerwan gihişt, girseya gel cenazeyên şervanan ji wesayîtan daxistin, li ser milan kirin û heta goristanê meşiyan. Di goristanê de merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Rêveber ê Komîteya Têkiliyên Rêxistinî ya YPG’ê Husên Koçer axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê û got ku hemû civak bi saya berxwedana bêhempa ya şervanan hatiye van rojan. Koçer, di berdewama axaftina xwe de peyamek ji pêkhateyên Ereb re şand û got ku gelê herêmê bi hezarên salan bi biratî dijîn.
Di merasîmê de endamên rêveber di Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê de Eymen Derwîş axivî û got ku ne ji berxwedana hêzên YPG’ê bûya wê herêm pêş neketiba û berxwedana YPG’ê silav kir.
Di merasîmê de her wiha Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Eyda Casim axivî û bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de û got ku bi berxwedana YPG’ê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatiye parastin.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşman cenazeyên şervanan spartin axê.