Meclîsa Rûspiyan Buroya Rêveber, Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê erkdar kir
Civîna Meclîsa Rûspiyên Kobanê bi derxistina endamên Buroya Rêveber û Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê li herêmê bi dawî bû.
Civîna Meclîsa Rûspiyên Kobanê bi derxistina endamên Buroya Rêveber û Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê li herêmê bi dawî bû.
Civîna Meclîsa Rûspiyên Kobanê bi derxistina endamên Buroya Rêveber û Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê li herêmê bi dawî bû.
Civîn piştî navbera sibehê ji çapemeniyê re girtî dom kir. Di wê navberê de hin endam ji bo karûbarên Buroya Rêveber û Komîteyên lihevhatin û Şopandinê li herêmê hatin erkdarkirin.
Ji bo Buroya Rêveber 15 kes ji her sê xetên gundan li Kobanê û navenda bajar ji pêkhateyên Kurd û Ereb hatin erkdarkirin.
Endamên hatin erkdarkirin ev in: Zekeriya Mustefa Ebas, Xelîl Daban Hemam, Hac Nûh, Bozan Muxtar, Mihemed Îbrahîm Welo, Salih Mihemed, Elî Xişman Îbrahîm, Mehmûd Xoca, Mistefa Hebîb, Mihemed Nebo, Xelîl Muslim Dêmo, Reşîd Reşo Qermo, Mislim Bozan û Hirço Şahîd.
Her wiha di civînê de navê Komîteyên Lihevhatinê weke (Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê) hat guhertin.
Ji bo komîteyên din jî di civînê de 18 endamên nû hatin diyarkirin.
Ji bo navenda bajar 7 endam, ji bo xeta gundên rojava li derveyî endamên komîteya berê 5 kesên nû hatin diyarkirin, ji bo xeta gundên başûr 6 endam û ji bo xeta rojhilat jî endamên berê dîsa hatin erkdarkirin.
Li gor herêm û gundên ku Ereb lê belav dibin di nava Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê û Buroya Rêveber de bi hijmara 2 ji 15’an di buroya rêveber de û 2 ji 5’an ji endamên xeta rojavayê Kobanê di Komîteyên Lihevhatin û Şopandinê de cihê xwe girtin.
Di dawiya civînê de jî demên civînên Buroya Rêveber hatin diyarkirin. Endamên Buroyê wê her 1 û 15’ê mehê li hev bicivin. Di civîna yekemîn de wê hemû endam sonda buroyê bixwînin.
Tê payîn di demên pêşiya me de, Buroya Rêveber a Meclîsa Rûspiyên Kobanê der barê encamnameya vê civînê de daxuyaniyekê bide raya giştî.