Di navbera polîsên Tîmen Taybet û leşkeran de şer: 3 astsubay 5 polîs mirin
Ji aliyê dewleta Tirk ve li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê berî niha bi 20 rojan hat xwestin ku provokasyoneke mezin bê kirin.
Ji aliyê dewleta Tirk ve li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê berî niha bi 20 rojan hat xwestin ku provokasyoneke mezin bê kirin.
Ji aliyê dewleta Tirk ve li bajehiya navçeya Gever a Colemêrgê berî niha bi 20 rojan hat xwestin ku provokasyoneke mezin bê kirin. Destpêkê li herêmê sewqiyata leşkerî hat kirin. Paşê bi polîsên Tîmen Taybet re hat xwestin leşker li herêma di navbera bejahiya Gever û Şemzînanê de derkevin “operasyoneke taybet”. Armanca berbiçav a operasyonê jî gerîlayên HPG’ê bû. Lê belê di navbera polîsên Tîmen Taybet û yekîneyên leşkerî yên hilbijartî de nîqaşekê rû da.
Li gor îdîayan leşkeran israr dikirin ku rewşeke operasyonê pêwîst bike tinebû. Lê belê polîsên Tîmen Taybet ên ferman ji Enqereyê girtibûn bi israr xwestin drekevin operasyonê. Di heman rojan de provokasyona li Agirî-Diyadîn-Tendurekê di rojevê de bû. Leşkeran diyar dikirin ku li herêma tê xwestin operasyon bê kirin, gerîlayên PKK-HPG’ê nîn in, eger hebin jî wê leşker windahiyên mezin bidin. Lê hatibû diyarkirin ku “opersyoneke taybet e” ya fermana wê ji Enqereyê hatiye û ji bo operasyonê bang li personelên hilbijartî yên leşkerî yên li betlaneyê jî hatiye kirin. Polîsên Tîmen Taybet ên fermana operasyonê wergirtibûn ji bo operasyonê israr kirin û bi leşkeran re derketin operasyonê. Operasyon li herêmeke ku leşkeran nas dikir pêk dihat û pir bi rîsk bû. Leşkeran beyî operasyon berfireh bibe xwestin vekişin. Lê polîsên Tîmen Taybet xwestin operasyonê berfireh bikin.
Dema polîsan guh nedan hişyariyên leşkeran, di navbera fermandarên polîsên Tîmen Taybet û piraniya wan astsubay fermandarên leşkeran de pevçûna devkî veguherî pevçûna çekdarî.
Di pevçûna li herêma bejahî ya di navbera polîsên Tîmen Taybet û leşkeran de 3 astsubay û 5 polîs mirin. 4 astsubay jî birîndar bûn. Dema bûyer hat bihîstin dîsa ji navendê mudaxele hat kirin. Ji bo mirî û birîndaran helîkopter nehatin şandin. Paşê mirî û birîndar rakirin Gever û Colemêrgê. Li Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê û Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê bi awayekî ewlekariya taybet birîndar hatin tedawîkirin. Ji bo ev bûyer qet neyê bihîstin jî ji bo malbatên astsubayên mirine 250 hezar, ji bo malbatên birîndaran jî 125 hezar lîre hatiye pêşniyarkirin. Kesî ji tirsan îîraz nekiriye.
Tê îdîakirin ku yek ji fermandarên navê wî di pevçûnê de derbas bûye Ustegmen Mehmet Yildiz e. Navê leşkerekî miriye Ustegmen Mehmet Yaşar e, navê leşkerekî birîndar Volkan e. Tê gotin her sê polîsên Tîmen Taybet ên mirine ji Erziromê ne.
Ji bo îdîaya mijara gotinê bê piştrastkirin em li Fermandariya Jendermeyan a Geverê geriyan û me navê leşkeran pirsî. Rayedarên leşkerî diyarkirin ku ustegmen li Şemzînanê qeydkirî ye. Dema em li Fermandariya Jendermeyan a Şemzînan geriyan jî gotin ku leşkerên mijara gotinê li cem wan ne qeydkirî ne. Dema em bi Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemergê re jî axivîn gotin ku ti rayeya wan a agahiyan bidin tineye.
Paşê em bi Waliyê Colemergê Yakup Canpolat re axivîn. Walî Canpolat got, “Bûyerên wiha bi rêya telefonê nayê axaftin.” Agahiyên der barê bûyerê de dema me ji Walî Canpolat re ragihand got: “Agahiya bûyereke wiha ji min re nehatiye.” Dema me nav jêre ragihand got, “Agahiyeke fermî ji min re nehatiye, lewma ez nikarim tiştekî bêjim.”
Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku li herêmê tevgera leşkerî didome û hin rojan li bajêr tedbîrên leşkerî derdikevin asta herî jor.