Kongreya oldarên Îslamê destpê kir
Kongreya yekem a Oldarên Îslamî yên kantona Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo destpê kir.
Kongreya yekem a Oldarên Îslamî yên kantona Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo destpê kir.
Kongreya yekem a Oldarên Îslamî yên kantona Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo destpê kir.
Serokê Desteya Kar û barê Olî yê Kantona Cizîrê Mihemed El-Qadirî û cîgirê wî Burhan Ebdê, Seroka Desteya Jinan Emîna Umer, Serokê Meclîsa Şêwirmendan Mihemed El-Xerzay û dehan oldarên zilam ên kantonê beşdar bûne. Qada kongreyê bi ayetên Qurana pîroz hatin xemilandin.
Kongre bi rêzgirtinê destpê kir û piştre dîwana rêveberiya kongreyê ji 5 kesan hate hilbijartin. Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Serokê Meclîsa Şêwirmendî ya kantona Cizîrê Mihemed El-Xerezî ve hate kirin û bal kişand ser rola oldaran di çareserkirina pirsgirêkên civakê de û got: ˮYekîtiya Oldarên Îslamî di 4’ê Gulana 2014’an de hate damezirandin, ji destpêka avabûna xwe û heta niha her dem hewldanan de xwe bigihîne hemû oldar, mele û şêxên herêmê da ku ji bo yekîtiyê xebat bên kirin û Îslama rast û Misilman bêne parastin. Armanca sereke ji avakirina Yekîtiya Oldarên Îslamê avakirina civakeke demokratîk û rast e. Civakeke ku dûrî tevlihevî û şerê navxweyî be û destketiyên hemû gelan biparêze. Di heman demê de em di hevdîtin û civînên xwe de xalên hevbeş ên di navbera pêkhateyan de esas digirin.ˮ
Di berdewama kongreyê de Serokê Desteya Kar û Barê Olî yê Cizîrê Şêx Mihemed El-Qadirî axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî gelê herêmê û diyar kir ku çete kiryarên dijî mirovî li ser gelê herêmê pêk tînin. El-Qadirî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Çete û kiryarên wan li dijî hemû nirxên pîroz ê Îslamê ye.ˮ Kongera bi xwendina peyamên pîrozbahiyê yên saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk dom kir. Di peyaman de kongre hate pîrozkirin.
Paşê armancên Yekîtiya Oldarên Misilman a Kantona Cizîrê û karê pê rabûye bi awayekî nivîskî li ser hemû beşdaran hatin belavkirin.
Kongre hîn berdome./.