Li Şengalê 5 çete hatin kuştin

Di çalakiyên hêzên berxwedanê yên li Şengalê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê dan xuyakirin ku li Şengalê çalakiyên Hêzên berxwedanê dewam dikin.

Fermandariyan diyar kirin ku di êvara 13'ê Gulanê saet di navbera 20:00 û 21:00 de li derdora taxa Sîttî Zeynep gerîlayên HPG'ê du çalakiyên sûîqestê pêk anîne û di encamê de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êvara 14'ê Gulanê saet di navbera 19:30 û 21:30 de hêzên berxwedanê yên YBŞ'ê, li ser rêya Şengal-Telaferê li hemberî 2 wesayîtên çeteyan çalakî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê yek ji van wesayîtan hatiye rûxandin ya din jî bi xurtî hatiye derbkirin. Di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

HPG'ê û YBŞ'ê dan zanîn ku balafirên şer ên koalîsyonê jî di 13 û 14'ê Gulanê de li navenda Şengalê, taxên Sîttî Zeynep û Sûka Jêr nuqteyên çeteyan bombebaran kirine.