‘Hemleya Fermandar RÛBAR Qamişlo didome’
Navenda Ragihandina YPG’ê li kantona Cizîrê û Kobanê 12 gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, çek û cebilxane hatin destserkirin.
Navenda Ragihandina YPG’ê li kantona Cizîrê û Kobanê 12 gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, çek û cebilxane hatin destserkirin.
Navenda Ragihandina YPG’ê li kantona Cizîrê û Kobanê 12 gund ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek çete hatin kuştin, çek û cebilxane hatin destserkirin.
Têkildarî berxwedana li Kobanê û Cizîrê navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya navenda Ragihandina YPG’ê ya li ser malpera fermî ya YPG’ê hat weşandin wiha ye:
ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 10’an de bi serketî berdewam dike.
Hêzên me şevê din li eniya Serêkaniyê operasyonek nû lidar xistin. Operasyona ku bi armanca azadkirina gundê Gozeliyê û gundikê Şiwêş hatibû lidarxistin heta seatên sibê berdewam kiriye. Hêzên me, piştî pevçûnên dijwar gundê Gozeliyê û gundikê Şiwêş azadkirin. Xebatên lêgerînê li van her du nuqteyan hêzên me heta niha 4 termên çeteyan desteserkirin.
Xebatên lêgerînê yên li gundê Rezaza ya dikeve 13 km rojavayê Hesekê û duh hatibû rizgarkirin bi encam bûye. Hêzên me li vê qadê dest danîn ser 9 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7, 1 Bruno, 6 bêtel, 1 bombeya desta, 3 telefon û hejmarek zêde belgeyên çeteyan. Dîsa hêzên me hejmarek zedê mayinên hatine çandin jî bêbandor kirin.
BERXWEDANA KOBANÊ
Berxwedana bi armanca rêxistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî bê paqijbikin tên meşandin, di roja xwe ya 243. de berdewam dike.
Duh hêzên me li rojhilatê Kobanê operasyonek berfireh li dar xistin. Operasyona li ser navê ‘Şehîd Botan, Şehîd Baz û Şehîd Hogir’ hatiye lidarxistin 11 gund û hin nuqteyên stratejîk hatin rizgarkirin. Di vê operasyonê ku pevçûnên zehf dijwar rû dan hêzên me fabrîkaya çîmento ya Gûrîş, gundên bi navê Edîfê, Diçkiram, Şerebanî, Korpiling, Bîrxas, Bîrnasir, Gocekmêt, Sefêriyê ya rojhilat û rojava, Yedûkî ya rojhilat û rojava, Sulûxke û 3 girên stratejîk a li heman herême ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di vê operasyonê de pevçûnên zehf dijwar rû dane û bi dehan çete hatine kuştin. Lê hejmara zelal a kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye destxistin. Hêzên me li vê qadê tevî 17 termên çeteyan doçkayeke 12,5 mm, 14 kleş, 3 BKC, 3 roketavêja B7, 60 şerjor, 3.000 fîşekên kleş, 1.500 fîşekên BKC, 8 guleyên roketavêja B7, 3 qutî fîşekên doçka 14,5mm, 1 qutî fîşekên doçka 12,5mm, 12 guleyên hewan, 14 rext, 4 dûrbîna roj, 1 dûrbîna şev, 4 bêtel û 2 maşîneya bi tîpa toyota hatine bidestxistin.
Şevê din hêzên me li ser xeta sînorê rojhilatê Kobanê jî li hember komên çeteyan êrîşek li dar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê êrîşê ku di navbera gundên Şaşê û Korik hatiye lidarxistin de nehatiye zelalkirin.ˮ