Çeteyan agir berdan gundê Til Hirmiz

Çeteyên DAI’ê yên ku derbeyên giran ji destê hêzên YPG’ê dixwe, agir berdan gundê Til Hirmiz ê Asuriyan.

Çeteyên DAI’ê yên ku derbeyên giran ji destê hêzên YPG’ê dixwe, agir berdan gundê Til Hirmiz ê Asuriyan.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li gundê Rezazê derbeyên giran ji hêzên YPGê xwarin û reviyan, saet di 12:10 de agir berdan gundê Til Hirmizê Asuriyan ku 14 km dikeve ser rojavayê bakûrê bajarê Hesekê û li ser rêya Hesekê û Til Temirê ye.

Gundê Til Hirmiz du kîlometre ji gundê Rezaz ê ku ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin dûr e.

Di encama pevçûnên dijwar ên ku sê roj bûn li gundê Rezazê  di encama operasyona ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê de dest pê kirin, zêdetirê 40 çete hatin kuştin û saet di 09:15 de gundê Rezazê ji çeteyan hate rizgarkirin. Gelek cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê ketin destê hêzên YPG’ê.

Gundê Rezazê gundekî stratejîk e û 6 km ji çiyayê Evdilezîz dûr e. Çeteyên DAIŞ’ê ku neçar man şûnde birevin agir berdan gundê Til Hirmizê. Beriya du rojan jî depoya avê ya li Til Hirmizê hatibû teqandin.