Pêvajoya rizgarkirina gundên Asûriyan destpê kir
Li derdora gundê Til Hirmiz şerê dijwar rû didin. Di pevçûnan de gelek çete hatine kuştin, bi van pevçûnan pêvajoya rizgarkirina gundên Asûriyan jî hate destpêkirin.

Di çarçoveya hemleya ˮFermandar Rûbarˮ ya YPG’ê ku di 6’ê Gulanê de destpê kiribû, piştî rizgarkirina gundê Rzaza şervanên YPG’ê, berê xwe dan gundê Til Himirz ê di di navbera Hesekê û Til Temir de û êrîşî çeperên çeteyên DAIŞ’ê kirin. Di saetên serê sibê de şer û pevçûnên destpê kiribûn, di saetên nîvro de heman şer pir dijwar bûn.
Di encama pevçûnan de de heta niha gelek çete hatine kuştin. Hêzên Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ji bi êrîşên hewayî destekê didin operasyonê.
Çeteyan jî duh dest bi şewitandina malên Til Hirmiz kiribûn.
Ji 23’ê Sibatê ve gundê TIl Hirmiz di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞ’ê de ye. Di 12’ê Gulanê de jî çeteyan depoya avê ya gund teqandibûn, her wiha piştî ku gundê Rezaza ji çeteyan hate rizgarkirin, çeteyan dest bi şewata malên gundiyan kirin. Til Hirmiz gundê herî mezin ê başûrê Xabûr e û 2 kîlometre dûrî gundê Rezaza ye. Ji wir çeteyan dixwestin bi kamyoneke bombebarkirî êrîşî gundê Rezaza bikin, şervanên YPG’ê bi kamyonê hesiyan û teqandin.
Di çarçevaya Hemleya Şehîd Rûbar de, li gundê Til Hirmiz cara yekemîn şervanên YPG’ê berê xwe dan çeperên gund. Li vir jî pêvajoya rizgarkirina gundên Asûriyan destpê kirin.