YPG: Li Cizîr û Kobanê 2 gund hatin rizgarkirin, 49 çete hatin kuştin

Di operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li kantonên Cizîr û Kobanê de duh 2 gund hatin rizgarkirin û herî kêm 49 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên dawî yên li kantonên Cizîr û Kobanê de daxuyaniyek weşand.

Navendê diyar kri ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin, di roja 9. de bi awayekî serketî dewam dike.

GUNDÊ REZAZA HAT RIZGARKIRIN: 41 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo gundê Rezaza yê 13 kîlometre li rojavayê Hesekê ye û qadeke stratejîk e ji dest bernede, ev du roj in hêz, çek û cebilxaneyên giran veguhastiye herêmê û hat destnîşankirin, ku di encama pevçûnên dijwar ên 2 rojan de gundê Rezaza danê vê sibehê ji çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê bi temamî hatiye paqijkirin.

Li gorî daxuyaniyê di pevçûnên 24 saetên dawî yên li vî gundî û derdora wê de 41 çete hatine kuştin û di encama xebatên lêgerînê yên li herêmê de heta niha 16 termên çeteyan hatine dîtin.

2 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Navendê got, "Di van pevçûnên dijwar ên li gundê Rezaza de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê."

MAŞÎNA BOMBEBARKIRÎ HAT RÛXANDIN, ÇETEYEK HAT KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat wagihandin ku çeteyên DAIŞ'ê îro danê nîvro li nêzî gundê Til Hirmizê yê li heman herêmê hewl dan bi maşîneke bombebarkirî êrîş bikin û di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de maşîn bêyî bigihêje armanca xwe hatiye teqandin û çeteyekî tê de hatiye kuştin.

GUNDÊ GOZEKMÊ YÊ KOBANÊ HAT PAQIJKIRIN: 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku di roja 242. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ'ê li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan derketine operasyonê û di encama operasyonê de gundê Gozekmê hatiye rizgarkirin.

Di operasyonê de 7 çete hatin kuştin û tevî termekî çeteyan 3 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û gelek cebilxaneyên çeteyan ketin destê YPG/YPJ'ê.

Navendê got, "Di vê operasyonê de 2 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê."