Girtiyê edlî yê bi navê Hasan Vural (75) ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê dimîne ji ber pirsgirêkên tendûrîstiyê demek bû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Erziromê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş ê bi navê Hasan Vural (75) ê ku di sala 2008'an li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji ber tevlî şerekî bibû hate girtin li Erziromê jiyana xwe ji dest da. Vural ji ber nexweşiyê demek berê ji Girtîgeha Bazîdê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hatibû kirin û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Erziromê dihate dermankirin.
Piştî agahiya mirinê malbata Vural a ku li Agiriyê dijîn ji bo cenaze werbigirin çûn Erziromê.