KCK: Pêwîst e li hember AKP’a ji êrîşên li ser HDP’ê berpirsyar helwest bê girtin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku her roj buroyên hilbijartinê yên HDP’ê rastî êrîşê tên û got ku hikûmeta AKP’ê û berdevkên wê ji vê berpisin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku her roj buroyên hilbijartinê yên HDP’ê rastî êrîşê tên û got ku hikûmeta AKP’ê û berdevkên wê ji vê berpisin. KCK’ê wiha got: “Divê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, demokrat, rewşenbîr û kesên xwedî wijdan yên vî welatî, van êrîşên li dijî HDP’ê bibînin û li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku ji van êrîşan berpirsin, bibin xwedî helwest. Divê bê dîtin ku ev êrîş di rastiyê de li dijî biratiya gelan a Tirkiyeyê, piştevanî û yekîtiya demokratîk e. Ji bo vê divê ji bo biratiya gelan û yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê her kes xwedî li HDP’ê derkeve û li vî esasî di 7’ê Hezîranê de dawî li zîhniyeta dij demokratîk bê dayîn û li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pisgirêka Kurd, Tirkiyeyek nû ya ku hawireke siyasî ya demokratîk û demokrasiya rast lê heye, bê afirandin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku hilbijartineke ku dîroka siyasî ya Tirkiyeyê diguherîne pêk tê. KCK’ê  bi lêv kir ku Tirkiye ya wê bikeve demeke demokratîk an jî wê zêdetir otorîter bibe û wiha got: “Serketina HDP’ê wê bibe pêngava demokratîkbûnê; şûndenexistina AKP’ê jî wê zêdetir otorîterbûnê û şer derxîne holê.”

HÊZÊN DEWLETA KÛR Û HIKÛMETA AKP’Ê KET NAVA TEVGERÊ

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku hêzên dewleta kûr û hikûmeta AKP’ê ku dîtin wê HDP siyaseta Tirkiyeyê biguherîne, jiyana çand û civakî  ji kokê biguherîne û li der û hundir polîtîkaya bi îstîqrar û aştiyê serdest bike, ketin nava tevgerê û wiha hate gotin:

“Yên ku dîtin ku di Tirkiyeya ku HDP ava dike de, cihê  pergala zext û mêtingeriyê nîne, ketine nava tevgerê. Her roj êrîşî yek du buroyên HDP’ê dikin, dişewitînin, hildiweşînin.  Êrîşan dibin ser  mirovên propagandaya HDP’ê dikin.  Ne tenê bi kevir û ço, bi çekan birîndar dikin. Heta îro ji 60’î zêdetir êrîş çêbûne û bi dehan HDP’î birîndar bûne.

Herî dawî li Sultangaziyê du kesên HDP’î yên ji mizgeftê derdiketin, rastî êrîşê hatine û du alîgirên HDP’ê yên ciwan bi çekê birîndar bûne. Meleyê mizgeftê di xutbeya Înê de her kes vexwendiyê pêşwazîkirina serokkkomar kiriye, hinekan li hundirê mizgeftê belavokên banga mîtîngê belav kirine. Du ciwanan ji ber ku gotine belavokan li mizgeftê belav nekin, bi qesta mirinê hatine birîndarkirin.  Yên ku ew birîndar kirine jî weke tiştek nebûye, rev,yane. Em van êrîşan şermezar dikin û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Heman rojê li navçeya Saray a Tekîrdagê êrîşî HDP’iyên ku buro vedikirin, kirin û camên buroyê hatine şikandin, buro hatiye kevirkirin.  Koma êrîşkar bi saetan weke ku di komkujiya otela Madimakê ya Sêwasê de pêk hatiye, li dora buroyê geriyane û buro kevir kirine.  Lê leşker û polîstên Tirk dema ku Kurd meşekê pêk tînin, girseyê belav dike, ev koma nîjadperest a biçûk belav nekiriye; kom di her saetê de zêdetir bûye û kesê li buroyê bi mirinê tehdîd kirine. Polîsê ku dijî vê komê tiştek nekir, hewl daye HDP’iyan ji buroyê derxe.

Bi hefteyan e li dijî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê êrîş pêk tên û tevî hikûmetê ji bo ewlehiya hilbijartinê ti tedbîr negiriye. Wezîrên Karên Hundir û Wezîrê Dadê yên beriya hilbijartinê guherîn, li dij van êrîşan ti tiştekî nakin, di serî de AKP dengê ti partiyeke pergalê li dijî vê dernayê. Negotine ku hilbijartineke demokratîk, wekhev û adîlane wisa pêk nayê. Hemû partiyên siyasî êrîşên li dijî HDP’ê normal dibîne. Bi vî awayî derket holê ku navê van partiyan cuda ye, lê dijberbûna wan ya Kurdan bi vê re derketiye holê.”

JI ÊRÎŞAN HIKÛMETA AKP’Ê BERPIRSE

KCK’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Ji van êrîşên li dijî HDP’ê hikûmeta AKP’ê û berdevkên wê berpirsin. Kesên ku her roj dibêjin HDP ji bo Tirkiyeyê xetere û ger di bin bendê de bimîne wê gelek baş be, berpirs û teşwîqkarên van êrîşan e.

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku serê vê pêvajoya hilbijartinê ya dij demokratîk bigire her roj dibêje, HDP zorê li hilbijêran dike û bi vê yekê propagandaya xwe dike. Di serî de AKP, hemû partiyên din li Kurdistanê serbest rêxistina xwe dikin, propagandaya xwe dikin û dibêjin HDP bi zor û şîdetê dengan digire. Wisa tê fêmkirin ku AKP û rêxistinên girêdayî wê, êrîşên li dijî HDP’ê rewa dikin û ji bo serê wan bigirin operasyoneke bi vî rengî dikin.

AKP ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêle êrîşên qirêj dimeşîne. Hewl dide benda ji sedî 10 bi rê û rêbazên cuda biparêze. Ev êrîş hemû ji ber ku benda ji sedî 10 ranebin tê kirin. Ev jî AKP û dewleta kûr e.

AKP û berdevkên wê yên ku van êrîşan dikin her tim bang li PKK’ê dikirin ku têkoşîna çekdarî berdin û bên siyasetê.  Vê hilbijartinê feraseta siyaseta demokratîk a AKP’ê nîşan daye. Bihêlin atmosfera siyaseta demokratîk, tehemulî yên ku têkoşîna vê didin jî nakin. Her kes bûyerên pêk tên dibîne.

Zîhniyeta AKP’ê ya îro, versiyona  feraseta desthilatdariya ku pirsgirêka Kurd afirandin û Tirkiye mahkumî hawira pevçûnê kirine.  Ev zîhniyet ku pisgirêka çareser bike, aloziyan her tim heyî dike.  Di hawireke wisa ku êrîş li dijî HDP’ê pêk tên, çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mimkun e.”

DIVÊ HER KES XWEDÎ LI HDP’Ê DERKEVE

KCK’ê di dawiya axaftina xwe wiha got: “Her roj li dijî HDP’ê êrîş pêk tên. Li Tirkiyeya ku li gelek deveran li dijî HDP’ê êrîş pêk tên de nekare behsa pêvajoya hilbijartinek wekhev, adîlane bê kirin. Divê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, demokrat, rewşenbîr û kesên xwedî wijdan yên vî welatî van êrîşên li dijî HDP’ê bibînin û li dijî hikûmeta AKP’ê ya ku ji van êrîşan berpirsin bibin xwedî helwest. Divê bê dîtin ku ev êrîş di rastiyê de li dijî biratiya gelan a Tirkiyeyê, piştevanî û yekîtiya demokratîk e. Ji bo vê divê ji bo biratiya gelan û yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê her kes xwedî li HDP’ê derkeve û li ser vî esasî di 7’ê Hezîranê de dawî li zîhniyeta dijdemokratîk bê dayîn û li ser esasê demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pisgirêka Kurd, Tirkiyeyek nû ya ku hawireke siyasî ya demokratîk û demokrasiya rast lê heye, bê afirandin.”