Li Navçeya Sûrê ji bo şeva Mihracê Mewlûd hate dayîn

Koordînasyona HDP’ê ya hilbijartinan a navçeya Sûrê û Meclîsa Gel a Taxa Fatih Paşa bi boneya Mihraca Qendîlê mewlûdek dan.

Koordînasyona HDP’ê ya hilbijartinan a navçeya Sûrê û Meclîsa Gel a Taxa Fatih Paşa bi boneya Mihraca Qendîlê mewlûdek dan.

Mewlûd bi tevlîbûna hevserokên DBP'ê yên navend û navçeya Sûrê, rêveberên HDP'ê, namzeta HDP'ê Nesrîn Navdar, saziya seydayên Diya Der'ê, endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê û welatiyên taxên Cewad Paşa, Fatih Paşa û Debanoglu yên navçeya Sûrê pêk hat.

Piştî xwendina Mewlûdê Nesrîn Navdar axaftinek kir û bal kişand ser durûtiya ku partiya AKP dike û nêzîkatiya wan a ji bo zimanê Kurdî. Navdar anî ziman ku ew li mîtîngên xwe Qurana Pîroz dixin bin çengê xwe û dixwazin dîsa gelê me bi rêya dînê Îslamê bixapînin. Navdar di berdewamiya axaftina xwe de got ku heke bi rastî ew jidil in bila zimanê Kurdî li dibistanan serbest bikin ne ku Qurana Pîroz ya hatiye wergerandin bo Kurdî bikin melzemeyeke xwe ya hilbijartinan û li mîtîngan bi xwe re bigerînin.

Piştî axaftina Navdar, Hevserokê DBP'a Amedê Alî Şîmşek jî axaftinek kir û wiha got: “Li nêzî vê dera ku em lê niha civiyane, li vê qada li hemberî me rêberê Kurd Şêx Seîdê Kal û gelek hevalên wî hatin bidarvekirin, wê gavê Şêx Seîd ev gotin ji wan zordestan re got: ‘Sibe wê zarokên me, neviyên me mezin bibin û wê heyfa me ji we re nehêlin.’ Îro jî em dibînin gelê Kurd bi rêxistin bûye bi hêz bûye û wê di bin vê sîwanê de dawiyê li zordestan bîne û tola bav û kalên xwe ji wan hilîne. Êdî ew nikarin Kurdan bixapînin , êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyane. Di roja 7'ê Hezîranê de wê gelê me ne tenê wan ji Amedê biqewirînê lê desthilatî û şahinşahiya wan a derewîn jî hilweşîne.

Piştî axaftinan xwarina mewlûdê hate belavkirin.

...