Heyeta AGÎT hat serdana ÎHD’ê

Heyeta AGÎT’ê di çarçoveya hilbijartina de Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyetê der barê ewlekariya hilbijartinan, binpêkirina mafan û xebatên şopandinê de agahî wergirt.

Heyeta AGÎT’ê di çarçoveya hilbijartina de Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyetê der barê ewlekariya hilbijartinan, binpêkirina mafan û xebatên şopandinê de agahî wergirt.

Heyeta Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropa bi armanca çavdêriyên têkildarî hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê ku li Amedê hin rêzehevdîtinan pêk tîne Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Alîkarê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî ve hat pêşwazîkirin. Bîlîcî der barê mijarên binpêkirinên mafan ên ji ber kêmasiya ewlekariya hilbijartinan rû didin heyet agahdar kir, hîle û kêmasiyên hilbijartinên berê bibîr xist.

Bîlîcî xwest hilbijartin di nav şert û mercên adil û wekhev de pêk werin û ji bo mafê tercîha gel di sindoqan de diyar bibe pêwîst e ewlekariya hilbijartinan pêk bê. Bîlîcî her wiha got ku wê roja hilbijartinan bi heyeta AGÎT û rêxistinên civaka sîvîl ên roja hilbijartinê li herêmê xebatan dimeşînın wê di nav tekiliyan de bin.