HPG: Operasyon, kemîn û tevgera leşkerî zêde dibe
HPG’ê diyar kir ku operasyon, kemîn û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bi awayekî pir berbiçav zêde dibe û diyar kir ku hêzên gerîla li hember hewldanên provokatîf bi armanca hişyarkirinê gule berdane.
HPG’ê diyar kir ku operasyon, kemîn û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bi awayekî pir berbiçav zêde dibe û diyar kir ku hêzên gerîla li hember hewldanên provokatîf bi armanca hişyarkirinê gule berdane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku operasyon, kemîn û tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bi awayekî pir berbiçav ku digihêje asta xetereyê zêde dibe. HPG’ê got ku hêzên gerîla bi hestyarî û baldariyeke mezin tevdigerin. HPG’ê diyar kir li hember tevgera leşkerî ya di vê pêvajoyê de li xeta sînorê Mûş, Agirî û Amedê zêde dibe gerîla li dijî hewldanên provokasyonan li hin herêman bi armanca hişyariyê gule berdane.
HPG’ê têkildarî tevgera artêşa Tirk ev agahî bi raya giştî re parve kir:
“14’ê Gulanê saet 13:30'î li hember Berbenda Masîro ya li ser sînorê xeta Xakurkê ya yek ji Herêmên me yên Parasinê yên Medya ye artêşa T.C. a dagirker bi wesayîtên zirxî xwestiye operasyonekê pêk bîne. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla bi çekên giran bi armanca hişyarkirinê gule berdane. Piştî gulebarana bi armanca hişyariyê artêşa Tirk vekişiyaye. Dîsa saet 14:30'î artêşa Tirk careke din ku xwestiye bikeve berbenda Masîro; hêzên me yên gerîla bi armanca hişyariyê gule berdane. Artêşa dagirker a T.C. saet 16.00’an bê encam vekişiyaye.”
BOMBARDÛMANA OBUS HEWAN Û TANKAN!
14’ê Gulanê di navbera saet 13:30 - 18:00’an de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li hember Girê Şehîd Gafûr ê li ser xeta herêma Avaşîn bi obus, hewan û tankan bombardûmanek pêk aniye.
Me di daxuyaniyên xwe yên berî niha de diyar kiribû ku artêşa dagirker a T.C. li ser xeta sînor a herêma Heftanîn leşkeran kom dike û li hin girên biçûk bicih bûye. Dîsa 14’ê Gulanê saet di navbera 14.00-15.00’an de artêşa Tirk bi çekên ferdî qada Şehîd Kendal rasterast gulebaran kiriye.
Heman rojê saet di navbera 11:00 - 12:00’an de ji qereqola Yekmal a di kontrola artêşa Tirk de ye; Tepê Hestiya, Tepê Zeytuna, Tepê Şehîd Denîz, Dola Silê û Boxaza, saet di navbera 13:30 - 16:00, ji qereqola Çete, Tepê Şehîd Kendal û Tepê Kêlik, dîsa saet 15:00 - 17:30’î ji qereqola Vcîp tepê Şehîd Merwan û qadên Şehîd Şêxmus bi obus, hewan û çekên giran hatine bombardûmankirin.
LI HERÊMÊN GERÎLA KEŞIF Û TEVGERA BALAFIRÊN ŞER
Di navbera 14’ê Gulanê saet 21:00 û 15’ê Gulanê (îro) saet 03:00’ân de li herêma Metîna pêgerên hewayî yên bê mirov yên artêşa dagirker a T.C. keşf pêk anîne. Her wiha 14’ê Gulanê saet di navbera 20.00-21.00’ê de li ser qadên Gabar, Çirav û Cûdî yên Botanê tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer pêk hatiye.
OPERASYON SEWQIYAT Û KEMÎN
14’ê Gulanê saet 15.00’an di navbera rêya navçeya Pasûr a Amedê û Mûşê de li qadên Çiyayê Kozmê û Kaniya Kewê û guzergeha rê; artêşa T.C. a dagirker bi gelek wesayîtên zirxî yên Jammer, pêgerên hewayî yên bê mirov û cerdavanan re operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Artêşa Tirk li herêmê kemîn jî danîne. Operasyon heman rojê saet 17.00’an bê encam vekişiyaye.
Her wiha artêşa Tirk bi gelek wesayîtên zirxî li bendava Farqînê ya li navenda navçeya Farqînê ya Amedê sewqiyat pêk aniye.
15’ê Gulanê saet di navbera 04:30 - 09:00’an de li qada Tendurek a Agirî û saet di navbera 06.00-07.30’î li qadên Îdir û Şehîd Cemîl pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.