YPG’ê li Kobanê fabrîqeya çimento û girek stratejîk rizgar kir

Şervanên YPG/YPJ’ê li dijî baregehên çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de Febrîqeya çimento ya Tirki (Güreş) û gireke stratejîk ji çeteyan hate paqijkirin. Di pevçûnên dijwar de 15 çete jî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, şervanên YPG’ê di çarçova hemleya bi navê “Şehid Medya” de, bi armanca paqijkirina herêma Kobanê ji çeteyan, li eniya rojhilate kantona Kobanê êrîş bir ser baregehên çeteyan.

Di encama şer û pevçûnên dijwar de Ferbrîqa Çimento ya Tirk ya ku bi navê ‘Güreş’ tê naskirin û her wiha girekî stratejîk ê bi navê girê Salok ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.

Di pevçûnan de 15 çete jî hatin kuştin û hêzên YPG’ê dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan.