Zextên artêşa Tirk zêde bûn

Artêşa Tirk 15’ê Gulanê saet di navbera 14:00-19:30’î de li Amed-Hênê nuqteyên kontrolê danî û kontrola nasneyan kir. Li gundên girêdayî Xinis û Qereçoban jî artêşa Tirk zextê li ser gelê herêmê dike.

KONTROLA NASNAMEYAN

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, 15’ê Gulanê saet di navbera 14.00-19.30’î de artêşa Tirk li Amed-Hênê nuqteyên kontrolê ava kiriye û bi awayekî zêde kontrola nasnameyan kiriye.

LI HEMBER GUNDÊN XINIS Û QEREÇOBAN ZEXT

Her wiha hat ragihandin ku ev hefteyeke li gundên girêdayî Xinis û Qereçoban jî artêşa Tirk zextê li ser gelê herêmê dike.