HPG: Artêşa Tirk bi awayekî zêde kemînan datîne

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hember qadên gerîlayan her roj zêdetir dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi awayekî zêde kemînan datîne û têkildarî tevvgera leşkerî ev agahî bi raya giştî re parve kir.

“15’ê Gulanê saet di navbera 09:00 - 15:00’an de sêgoşeya qadên Bêrox, Serêkanî û Mamreş ên li ser xeta sînorê Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medya artêşa T.C. a dagirker dest bi çêkirina qereqoleke nû dike. Her wiha wesayîtên zirxî bi armanca ewlekariyê li eraziyê hatine bicihkirin.

Di navbera 15’ê Gulanê saet 15:00 - 16:00 û saet 23:00, heta 16’ê Gulanê (îro) piştî nivro li qadên Şukê û Mamreşo yên li ser xeta qada Avaşîn, 15’ê Gulanê saet 23:00 û 16’ê Gulanê saet 04:30’î li ser xeta sînor a herêma Zapê, 15’ê Gulanê saet di navbera 09:00 - 12:00’an de li xeta qada Şehîd Denîz a girêdayî Îdir pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa dagirker a T.C. keşf pêk anîne.

Li derdora bendava li navçeya Farqînê çêkirina wê didome, artêşa dagirker a T.C. danîna kemînan didomîne. Her wiha 15’ê Gulanê saet di navbera 08.00-15.00’an de li derdora qada Şehîd Baran û bendavê de tevgereke zêde ya helîkopterên skorsky rû daye. Dîsa li heman qadan 16’ê Gulanê saet di navbera 04:00 - 08:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.

 15’ê Gulanê saet di navbera 21:00 -23:00’an de li gundên Teyler û Tatan ên girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê artêşa dagirker a T.C. li eraziyê bi wesayîtên zirxî dewriye derxistiye. Heman şevê ji saet 23.00’an heta vê sibehê artêşa Tirk kemîn daniye. Dîsa 15’ê Gulanê saet ji 21.00’ê heta saetên vê sibehê danîna kemînan dewam kiriye.

15’ê Gulanê saet 14:00'an li gundê Has ê girêdayî navçeya Xinis a Erziromê artêşa dagirker a T.C. operasyonek daye destpêkirin. Operasyon bê encam vekişiyaye. Her wiha ev hefteyeke artêşa Tirk li gundê Hamiset ê girêdayî Xinisê kemînan datîne.

15’ê Gulanê ji saetên êvarî ve di navbera Qereqola Kotolê û gundê Mezrê yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê artêşa T.C. a dagirker kemîn danîne.”