Meclîsa Rûspiyên Kobanê civiya
Meclîsa Rûspiyên herêma Kobanê ku ji nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên kantona Kobanê ku xebatên xwe ji ber şer rawestandibû bi armanca aktîfbûnê civîna xwe careke din li dar xist.
Meclîsa Rûspiyên herêma Kobanê ku ji nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên kantona Kobanê ku xebatên xwe ji ber şer rawestandibû bi armanca aktîfbûnê civîna xwe careke din li dar xist.
Meclîsa Rûspiyên herêma Kobanê ku ji nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên kantona Kobanê ku xebatên xwe ji ber şer rawestandibû bi armanca aktîfbûnê civîna xwe careke din li dar xist.
Meclîsa Rûspiyan a herêma Kobanê îro di seat 10.00’an li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê civîna xwe ya gîştî li dar xist. Di civînê de rûspiyên hemû beşên civaka Kobanê ji Kurd, Ereb û pêkhateyên din amade bûn.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim, Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo û Şêwermendê Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulrehman Hemo di civînê de amade bûn.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Rûspiyên a herêma Kobanê Umer Elûş Civîn bi rê ve bir.
Elûş bi zimanê Erebî axivî û Meclîsa Rûspiyan a Kobanê pênase kir ev tişt anî ziman: “Meclîsa me sala 2012`an de hate avakirin, erka meclîsê civakî ye, Karûbarên civakê li derveyî çarçoveya girêdana siyasî re eleqedar dibe. Hemû kesên li vir amade weke rûspî û berpirsyariya rêveberina civaka xwe erkeke mezin a civakî dikeve ser milê me. Ji ber wê jî em îro li vir civayane. Em ê daxuyaniya ku me beriya çend rojan bi munasebeta rizgarkirina Kobanê û erkên ku dikevin ser milê me bixwînin. Piştre em weke Desteya Gîştî buroyeke rêveber ava bikin û hemû erkên wê diyar bikin. Paşê em ê li şûna komîteyên lihevhatinê ku berê li herêmê dixebitîn hilbijêrin. Lê belê ji ber ku hin aliyan destnîşan kiribûn ku navê komîteyên lihevhatinê ji bo vê meclîsê têrê nake, em ê bi hev re li ser navekî din ji bo wan komîteyan li hev bikin ku dîsa jî karê wan lihevanîna civakî û şopandina karên saziyên civakî. Dîsa jî li ser biryara Desteya Dadweriyê hemû biryarên ku ev komîte bidin wê ji aliyê desteyê ve werin pêk anîn.”
Elûş di dawiya axaftina xwe de spasiya Meclîsa Rêveber a Kobanê ku xwedî li kar û biryarên meclîsa wan derket, kir.
Piştî Elûş, Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Muslim axivî. Muslim, bixêrhatina beşdaran kir û ev tişt gotin: “Em kombuyîna we pîroz dikin. Destpêkê ji xwe rewşa herêma me li ber çavan e. Êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê ya domdirêj li ser herêma me çêbûye. Êrîşan ti cudahî nexistin di nav ber Kurd û Ereb, zarok û mezin, jin û zilaman . Armanca wan êrîşan ew bû ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen û hwd li hev bixe. Lê belê rûspî, siyasetmedar û şervanên me yên di odeya operasyonê ya Burkan El-Firat tevî welatiyên welatparêz me ew planên wan vala derxistin. Niha em di rewşa serketinê de ne. Kantona Kobanê bû mînaka Sûriyeya pêşerojê û biratî û lihevhatinê ye. Kombûyîna we li vir jî îro mesajeke ji hemû kesên ku tevlîheviyê ji Sûriyeyê û Kobanê re dixwazin re ye. Em ê nakokiyên xwe yên civakî bidin aliyekî û bi hev re kantona Kobanê û Sûriyeyê bi giştî ava bikin. Kombuyîna hemû pêkhateyên Kobanê bi heûu êl û eşîrên xwe, ji bo me weke rêveberiya kantona Kobanê cihê pîrozbahî û serbilindiyê ye. Em di vê hêviyê de ne ku her kes jî wê erkên xwe pêk bîne. Pirsgirêkên di nava gel û çandên me de çareser bikin. Çandeke vê herêmê ya lihevhatinê û kultureke biratî û aştiyê heye. Ti carî em bi ruhê tol û kînekê nêzî hev nebûne. Ji bo wê jî divê em xizmete vê civakê bikin û dawiyê de careke din em soz didin ku em ê di xizmeta we de bin û hêviya serketinê ji we re dixwazin.”
Di dewamiya civînê de Elûş daxuyaniya Buroya Rêveber a Meclîsa Rûspiyên Herêma Kobanê ya di 13’yê Gulanê de bi boneya pîrozkirina rizgarkirina Kobanê ji beşdaran re xwend.
Dîsa jî Elûş peyameke ku ji aliyê yek ji endamên Meclîsê Ebdullah Gêlo ji bo civîna wan rêkiribû ji beşdaran re xwend. Gêlo di peyama xwe de avakirina meclîseke din li ser navê wan ku hin aliyên ne diyar li Bakurê Kurdistanê ava kiribûn, hişyar kir.
Civîn bi rêveberiya dîwana rêveber bi awakî ji çapemeniyê re girtî didome.