Nasnameya 5 şervanan hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana li Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“5 Rêhevalên me di Berxwedana ku li Kantona Kobanê û Cizîrê de tê meşandin gihiştina asta şehadetê. Ji wan 5 rêhevalên me Fermandarê YPG’ê Ceger Qamişlo ye. Fermandar Ceger demek dirêj di nava tevgera azadiyê Kurdistanê de cih girt û weke pêşengekî rasteqîn ji bo parastina nirxên gelê Kurd û mirovahiyê tevgeriya.
Pêşeng û Fermandar Ceger bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê re bi awayekî aktîf di nava xebatên YPG’ê de cih girt û di hemû çeperên şer ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêşengtî kir. Rêheval Ceger di nava rêhevalên xwe bi hezkirin û girêdanek mezin ji ax û welat re dihat naskirin. Heta ku hevalên wî bêjin şerê ku Şehîd Ceger têde ba ala serketinê li azmanan geş dibû.
Dîsa rêhevalê me Şewket Mazî ku sala par li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek da nîşandan û ji bo ku hevalên xwe yê birîndar ji çeteyan DAIŞ’ê xilas bike canê xwe kir mertal û çalakiyek fedayî li dijî çeteyan li dar xist. Şehîd Şewket weke bi dehan rêhevalên xwe ji bu me bû sembola berxwedan û îradeya azad.
Di kesayeta her 5 rêhevalên me de em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Car din em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin û soza şopdariya rêya pakrewanan didin.
Nasnameya şervanan wiha ye:
Idrîs Hesen ê bi nasnav Ceger Qamişlo. 18’ê Gulana 2015’an li Serêkaniyê – Til Hemam jiyana xwe ji dest da.
Salha Murad a bi nasnav Rûken Botan. 16’ê Gulana 2015’an li Serêkaniyê – Aliya jiyana xwe ji dest da.
Raşîd Demîr ê bi nasnav Şewket Mazî. 26 – 9 – 2014 li Minaz –Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Botan Efrîn, 14’ê Gulana 2015 li Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Dîlan Emara, 11’ê Sibata 2015 li gundê Sepeta Ereban – Kobanê jiyana xwe ji dest da.