Li Rojava yekem tabûra MLKP'ê ava bû

MLKP'ê tabûra xwe ya yekem a li Rojava, li bajarê Serêkaniyê bi navê "Şehîd Serkan" ava kir û bi merasîmekê ragihand.

MLKP'ê tabûra xwe ya yekem a li Rojava, li bajarê Serêkaniyê bi navê "Şehîd Serkan" ava kir û bi merasîmekê ragihand.

Merasîm bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan, Partiya Komînist a Kurdistanê, PYD, YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê hate lidarxistin.

Merasîma leşkerî ji aliyê şervanên MLKP’ê ve hate lidarxistin, piştre Fermndara YPJ’ê Çîçek Xemgîn axivî û vekirina tabûrê bi navê ˮŞehîd Serkanˮ li hemû alîgirên MLKP’ê û malbatên cangoriyan pîroz kir û got: ˮEm kêfxweşin ku di roja şehîdan de Tabûra Şehîd Serkan hate ragihandin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik jî di merasîmê de axivî û got: "Bi berxwedana têkoşer Hakî Karer û hevalên wî PKK’ê hate damezirandin û ji bo rizgarkirina gelê kurd bi hezaran şehîd dane. Em dibînin îro li Rojava bi hezaran ciwan li ser rêya têkoşer Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Egî dû Şehîd Serkan dimeşin."

Di merasîmê de Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan ragihandina tabûra ˮŞehîd Serkanˮ li hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û got: "Gelek şoreşgerên MLKP’ê li kêleka YPG  û YPJ’ê parastina Rojava dikin. Em bi berxwedana şoreşgerên MLKP’ê ya ji bo parastina biratiya gelan serbilind in."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Elî Umer, li ser navê Meclîsa Îzîdiyên Şengalê xidir Salih, li ser navê Partiya Komînist a Kurdistanê Ehemed El-Kurdî û li ser navê PYD’ê Beşîra Derwîş axivîn.

Di axaftinan de avakirina tabûra MLKP’ê hate pîrozkirin û hate gotin ku şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê û şoreşa biratiya gelan e. Di dawiya merasîmê de şervanên MLKP’ê wêneyên şervanên xwe yên jiyana xwe ji dest dane li beşdaran belavkirin.

Di dawiya merasîmê de Koma Zarokan a Serêkaniyê stran û govend pêşkêş kir.