Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya Şaredariya Sûrê bi amadebûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredarên Sûrê Seyid Narîn û Fatma Şik li Qonaxa Cemîl Paşa civînek bi xelkên taxa Alî Paşa û Lalebey re pêk hat.
ANF
AMED
sêşem, 19 gulanê 2015, 20:12
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya Şaredariya Sûrê bi amadebûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredarên Sûrê Seyid Narîn û Fatma Şik li Qonaxa Cemîl Paşa civînek bi xelkên taxa Alî Paşa û Lalebey re pêk hat.
Li Qonaxa Cemîl Paşa ya Amedê bi tevlîbûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredarên Sûrê Seyid Narîn û Fatma Şik li Qonaxa Cemîl Paşa têkildarî pirsgirêka projeya TOKÎ ya xerakirina malan û hiştina xirbeyên nava Sûran civînek hat lidarxistin. Hevşaredar Gulten Kişanak di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka ku van xirbeyan bi xwe re aniye û wiha got: “Em wekî şaredarî her dem amade ne ku hesab bidin gelê xwe û dibe ku hin kêmasiyên me di hin xebatan de çêbûbin, lê di mijara pirsgirêka van xirbeyan de kêmasî ya projeya TOKÎ ye û hin kes vê yekê bi zanebûn dixwazin ji şaredariyê re bikin mal. Wekî hûn dizanin ji destpêka vê projeyê de bi dudiliyeke mezin, em tevlî van xebatan bûn lê armanca me ya tevlîbûnê ew bû ku em nehêlin tadayî li xelkê me bê.
Dîsa ez dibêjim ez ji bo kêmasiyên ku ji hêla me de çêbûne de bi navê hemû rêveberiya şaredariyên xwe rexneya xwe didim.
‘GEL ÇI BIRYARÊ BIDE EM AMADE NE’
Kişanak di dewama axaftina xwe de got ku ji bo xebatên paqijkirina taxan di van rojên nêz ên pêşiya me de wê civînekê bi gel re li dar bixin û got: “Hûn çi biryarê bidin em amade ne ku li gorî biryara we tevbigerin û em ê dest bi xebatên pajikirina nava sûran di van rojan de bikin.
Di civîna ku em ê bi xelkên taxê re li dar bixin êdî divê gel biryara xwe bide, ka em bi TOKÎ re vê xebatê berdewam bikin an jî çi altarnetîfên din hene em bi hev re nîqaş bikin û bigihên biryarekê.”
‘EM Ê DEST BI PAQIJKIRINÊ BIKIN’
Piştî Kişanak Hevşaredarê Sûrê Seyid Narîn jî mafê axaftinê wergirt û spasiya nivîskarê navdar Eşber Yagmur kir ku ew jî wekî dostekî gelê Kurd tevlî vê civînê bûye. Narîn di axaftina xwe de got “Di destpêkê de dixwazim spasiya gelê Amedê bi giştî bikiö ji bo sekna wan a bi rûmet a li pêşberî xelkên me yê ji Şengal û Kobanê koçber bûn vî bajarî.” Narîn got ku ew bi vê sekna gelê xwe serbilind in û dibe di vî têkoşîna ku hatiye dan de gelek berdêlên giran çêbûbin lê li hemberî wan berdêlên giran gelek nirxên hêja jî hatine bidestxistin û wiha dewam kir: “Dibe ku me êşên giran derbas kiribin lê di heman demê de me nirxên giran ên wekî xîret, rûmet, serfirazî û serbilindî jî bi dest xistin.”
Narîn her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêka xirbeyên nava bajêr jî got ku wekî Hevşaredara Bajarê Mezin anî ziman ew ê bi hev re di demeke nêzîk de dest bi xebatên paqijkirinê bikin û li hêviya kesekî nehêlin.
Di dawiya axaftina de li xelkên van taxan hate guhdarî kirin û yek bi yek pirsgirêkên ku anîn ziman guhdarî kirin û ji bo çareseriya dawî civîna ku wê van rojan bi gel re were lidarxistin destnîşan kirin da ku biryarekê bi hev re bigirin.
Piştî axaftinan hevşaredar bi hev re li nava taxê geriyan û hin malên taxê jî ziyaret kirin.