Leşkeran gule li gel reşandin

Li çiyayê Îspîrîz ê Geverê, tîmên taybet ên artêşa Tirk, bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra û pêgerên hewayî yên bê mirov re derketin operasyonê. Leşkeran her wiha gule li gelê çû herêma operasyonê reşandin.

Li herêma çiyayê Îspîrîz ê navçeya Colemêrg Geverê, danê sibehê operasyoneke leşkerî destpê kir û hat ragihandin ku operasyon tê dorfirehkirin.

Bi sedan leşkerên ji tîmên taybet bi desteka gelek helîkopterên bi tîpa Kobra û pêgerên hewayî yên bê mirov re derketin operasyonê. Leşkerên bi kincên sivîl jî bi çekan, li nav gund bicih bûn.

Gundên Tiloran ên Jêrîn û Jorîn û gundên Tûyî û Kuçemuşan ên Şemzînanê di nava operasyonê de man. Bi sedan kesên li gundên derdorê dijîn ber bi çiyayê Îspîrîz ve bi rê ketin. Lê belê leşkeran gule li girseya gel reşandin. Ji herêma ku leşkeran gule lê reşandin dûxan radibe.

Şêniyên herêmê ji rûdana Roboskiyeke duyemîn bi fikar in û ji xizmên xwe yên ji bo komkirina pincar û bazirganiya sînor çûbûn ti agahiyan nagirin. Lewma ji rewşa xizmên xwe fikaran dikin.