Şervanê YPG’ê Kalkan ji aliyê hezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) ê li Hesekê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) ê li Hesekê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmet Kalkan (Rustem Berxwedan) ê li Hesekê ya Kantona Cizîrê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi beşdariya hezaran kesan ve hate definkirin. Cenaze ji Amedê piştî otopsiyê hate wergirtin û birin Êlihê. Parlamentera HDP’ê Ayla Akat Ata, namzetên HDP’ê, Hevşaredarên Êlihê, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî beşdarî merasîmê bûn. Cenaze ewil birin mala Kalkan a li Taxa Cûdiyê. Piştî ku ji helalî hate girtin li mizgeftê wecîbeyên olî hatin bicihanîn û bi meşê birin goristanê. Cenaze li goristanê bi dûayan hate definkirin û piştre rêz hate girtin sirûd hate xwendin.

Di merasîmê de Serokê MEYA-DER’ê Şikru Baytar axivî û got ku li Rojava û hemû Kurdistanê şerekî qirêj ê AKP û hêzên din piştgiriyê didin tê meşandin. Baytar diyar kir ku ciwanên Kurd ji bo jiyana azad canê xwe feda dikin.

Piştre bavê Kalkan Abdulkerîn Kalkan axivî û wiha got: “Ez spasiyên xwe li hemû kesên ku ji bo girtina cenaze hatin û li cem me bûn dikim. Em wekî dê û bavê şehîd heta dawî heqê xwe lê helal dikin. Ez dixwazim hemû kesên li cem me ne jî heqê xwe helal bikin.”

Parlamenter Ata jî diyar kir ku piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Rojava û Şengalê êrîş pêk anîn Êlihê berdêlên mezin da. Piştî axaftinan girse çû konê sersaxiyê yê ji bo Kalkan hatiye vekirin.