2 gundên Serêkaniyê hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê li herêma Serêkaniyê 2 gundên din ji çeteyan rizgar kirin. Li gundên herêma Xabûr ên li ser rÊya Til Temir û Hesekê jî, xebatên paqijkirina bermahiyên çeteyan didomin.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li ser daxwaza gelê herêmê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve li xeta Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê hatiye destpêkirin di roja 18’an de didome.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandin, hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev gundên Sarelî û Til Cenep ên 31 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê ne ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.
Li xeta Til Temir û Hesekê jî piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê Çiyayê Kizwanan di 20’ê Gulanê de ji çeteyan paqij kirin, li gundên herêma Xabûr ên Asûriyan ku hatine rizgarkirin, bi armanca paqijkirina bermahiyên çeteyan, xebatên lêgerînê didomin.
Duh danê nîvro hêzên YPG/YPJ'ê li gundên Til Sikra, Til Tal, Til Hirmiz, Til Mixas, Maxata û Xerîta, xebatên lêgerînê meşandin. Di encama lêgerînan de li gundên Xerîta 3 cenaze û li gundê Til Hirmiz jî cenazeyekî çeteyan hatin dîtin. Her wiha kelaşnîkofek hate dîtin.
Çeteyên DAIŞ’ê dema ku ji gundan reviyan bi sedan mayin çandine û kemîn danîne. Lewre şervanên YPG’ê ji bo paqijkirina van mayîn û kemînan jî xebatan dimeşînin.
LI GUNDÊ ŞEXATÊ PEVÇÛN
Di vê navberê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet derdora 18.00’an de êrîşî gundê Ebu Şexat ê li başûrrojavayê Serêkaniyê kirine. Li ser vê yekê şervanên YPG/YPJ'ê bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin. Çeteyên ku windahî dan, îro di saetên serê sibehê de xwestin vê carê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gund bikin. Lê şervanên YPG’ê pê hesiyan û berî wesayît bigihêje armanca xwe, teqandin.
Ji ber ku li herêmê şer bi dijwarî didome, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.