‘Şehîdên Gulanê’ li Colemêrgê hatin bîranîn
Li Colemêrgê endamên CODER’ê “Şehîdên Meha Gulanê” li Goristana Şehîdgehê bibîr anîn û sînevîzyon dan nîşandan.

Li Colemêrgê endamên Komaleya Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê (CODER) bi boneya bîranîna “Şehîdên Meha Gulanê” çûn Goristana Şehîdgehê. Endamên CODER’ê di bîranînê de pankartek ku li ser “Silav li berxwedana ku dîrokê guherand” dinivîsî vekirin û dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê endamên CODER’ê destnîşan kirin ku ew ê her tim di rêya “Şehîdên Meha Gulanê” de bimeşin.
Piştî dûa hatin xwendin endamên CODER’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ji bo “Şehîdên Meha Gulanê” sînevîzyonek pêşkêş kirin.