Li Wanê zêdetirî 50 welatiyan hatin binçavkirin
Di mîtînga Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya Wanê ku 2 saet dereng destpê kir zêdetirî 50 kesên Efkan Ala şermezar kirin hatin binçavkirin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê li Wanê mîtînga hilbijartinê pêk anî rastî nerazîbûnan hat. Davutoglu yê bi wezîrên xwe re li Wanê mîtîng pêk anî heta niha ji mîtîngên herê kêm beşdarî çêbûye pêk anî. Mîtînga ku wê saet di 14.00’an de destpê kiribe 2 saet dereng destpê kir. Tenê çend hezar kes beşdarî mîtîngê bûn piştî ku namzetê AKP’ê yê Erziromê Efkan Ala gazî dikê kirin bi sedan kesên dora qadê bûn protesto kirin.
Li ser nerazîbûna girseyê polîsan êrîşî gel kir û bi dehan kes hatin binçavkirin. Dîsa 5 ciwanên ku dirûşma “Serok Demîrtaş” berz kirin jî ji aliyê polîsan ve destên wan li pişt wan hatin kelepçekirin û hatin binçavkirin. Polîsên ku bi tundî êrîşî gel kirin destûr nedan welatiyên ku li ser Cadeya Cumhuriyetê kom bûn. Rêveberê DBP’ê yê Wanê Şaban Duman li dijî helwesta polîsan nerazîbûn nîşan da û xizmê wî Mahmut Duman jî hate binçavkirin. Dem bi dem di navbera polîs û welatiyan de nîqaş deket û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin.
Hate hinbûn ku ji 50’ê zêdetir kes ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.