'Min Bedrettînek ji dest da, lê li vir bi hezaran kurê min hene'

Cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Memed/Sûphî Soreş) bi merasîmekê hat veşartin. Dayik Sabîha Akdenîz got, "Min Bedettînek ji dest da, lê li vir bi hezaran kurê min hene."

Cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Memed/Sûphî Soreş) bi merasîmekê hat veşartin. Dayik Sabîha Akdenîz got, "Min Bedettînek ji dest da, lê li vir bi hezaran kurê min hene. Êdî hûn hemû kur û keçên min in. Bila ev xwîn bes birije, êdî dayik negirîn."

Cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Memed/Sûphî Soreş) ê di teqîna mayînê ya di operasyona YPG'ê ya li Til Xenzîrê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û rêveberên MEYADER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê yê Mêrdînê hat wergirtin.

Piştî otopsiya li Amedê, cenazeyê fermandar Akdenîz bi konvoyekê ber bi Edeneyê ve hat birêkirin û li Gîşeyên Real Otoban ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Bi konvoyeke ji sedan wesayîtî cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Bedettîn Akdenîz anîn mala wî ya li taxa Gurselpaşa ya navçeya Edene Seyhanê. Li malê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên Akdenîz, alên KCK, YPG, PKK û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî hat daliqandin.

BI HEZARAN KES BI QÎRÎNA DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN

Cenazeyê Akdenîz bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" ber bi Goristana Kuçukoba ve hat birêkirin.

Di meşê de namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên HDP'ê, Serokê Giştî yê SDP'ê Ûfûk Gollu, rêveberên MEYADER, TUHADFED, NÇM, DEM-GENÇ, KJA, Dayikên Aştiyê, Kev-Lîs, Dev-Guç, Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî, ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes amade bûn. Li pêş girseya gel dayik û kekê Akdenîz meşiyan.

Darbesta cenaze ji wesayîta cenaze hat daxistin û dayik û xizmên Akdenîz ew hilgirtin ser milan. Li goristanê merasîma cenaze hat lidarxistin û dûre bi qîrîna dirûşmeyan cenaze hat veşartin.

'BI HEZARAN BEDETTÎNÊ MIN HENE'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û şoreşê dayika Akdenîz Sabîha Akdenîz peyivî û got, "Min Bedettînek ji dest da, lê li vir bi hezaran kurê min hene. Êdî hûn hemû kur û keçên min in. Bila ev xwîn bes birije, êdî dayik negirîn. Bila êdî ev zilm bisekine. Xwîna şehîdên me li erdê nemîne."

Kekê Akdenîz Cemalettîn Akdenîz jî diyar kir ku birayê wî ji bo cîhaneke bedewtir têkoşiya.

Li dû axaftinan girseya gel ji malbatê re sersaxî xwest.