Li rojhilatê Kobanê 2 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
Gundên Cirin û Şewitî yên li rojhilatê Kobanê ku ji saetên pîştî nîvro ve pevçûnên dijwar diqewimîn, ji aliyê YPG/YPJ’ê ve ji çeteyan hatin paqijkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê yên li herêma şer ragihandin, li gundê Cirin ê 38 kîlometre dikeve rojhilatê Kobanê û gundê Şewitî yê dikeve heman herêmê, şervanên YPG/YPJ’ê saet di 16.50’yan de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de operasyon li dar xistin.
Di encama şer û pevçûnên dijwar de her du gund saet derdora 20.00’an ji çeteyan hatin paqijkirin. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Operasyonên YPG’ê yên li herêmê didomin.