ICOR, xwe amade dike li Kobanê nexweşxaneyekê ava bike

Koordînasyona Partî û Rêxistinên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) ji bo li Kobanê nexweşxaneyekê ava bike xebatên xwe didomîne.

Koordînasyona Partî û Rêxistinên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) ji bo li Kobanê nexweşxaneyekê ava bike xebatên xwe didomîne.

Helmut Bohmler ê Berpirsyarê MLPD Wuppertal, Solingen, Remscheid ê ji ANF'ê re axivî got, ji bo nexweşxaneya bi ICOR wê li Kobanê bê çêkirin seferberî îlan kirine û wiha axivî: "Li ser navê mirovatiyê heta Kobanê azad bibe wezîfeya me ev e ku em Kobanê li hember çeteyan biparêzin. Çeteyên li hember têkoşîna bi rûmet a hêzên YPG/YPJ’ê bi awayeî mezin têk çûn ji Kobanê hatin avêtin. Û wezîfeya îro jî êdî ji nû ve avakirina Kobanê ye.”

'ME 100 PERSONELÊN NEXWEŞXANEYÊ YÊN DILXWAZ ŞANDIN'

Bohmler, got wek ICOR bi rêveberiya kantona Kobanê re hevdîtin pêk anîne û ji bo avakirina nexweşxaneyê bersiva erênî wergirtine.

Bohmler, anî ziman ku ICOR’ê heta niha 100 personelên dilxwaz ên nexweşxaneyê şandine Kobanê ji wan personelan ji sedî 40 jin in û tevayî lêçûnên wan wê ew bidin.

BANGA JI BO MÎHRÎCANÊ

Bohmler got ku heta niha 18 hezar Euro pere, 16 hezar Euro kelûpelên tibî û 4 ton kelûpelên înşaetê kom kirine. Bohmler, ji bo mîhrîcana piştevaniyê banga tevlîbûnê kir û got: "Ji bo birîndar û nexweşên niha li Kobanê tedawî dibînin bigihêjin baş bibin em hêvîdar in tevayî mirovên hestyar tevlî kampanyaya me bibin. Di vê çarçoveyê de 6’ê Hezîranê li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê em ê mîhrîcaneke piştevaniyê li dar bixin. Tevlîbûn û tevkariya ji mîhrîcanê re wê alîkariyeke baş li ji nû ve avakirina Kobanê re bike. Ev nexweşxaneya wê bi piştgiriya gel bê avakirin ji bo mirovatiyê wê xîzmeteke mezin be.”