Çeteyên DAIŞ'ê nêzî 100 sivîl qetil kirin

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojavayê Kurdistanê nikarin li hemberî operasyonên YPG/YPJ'ê yên azadkirina xaka dagirkirî bisekinin, gelê sivîl qetil dikin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li Rojavayê Kurdistanê nikarin li hemberî operasyonên YPG/YPJ'ê yên azadkirina xaka dagirkirî bisekinin, gelê sivîl qetil dikin.

Hêzên YPG/YPJ'ê piştî azadkirina bajarokê Mebrûka yê di navbera Girê Spî (Til Ebyad) û Serêkaniyê de dor li gundê Nûstelê girtin. Erebên sivîl ên li herêmê ji bo ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke mertal neyên bikaranîn, berê reviyan ser sînorê gundê Arîda yê Kaniya Xezalan ê Bakurê Kuristanê. Lê belê çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li reva van Erebên sivîl bigirin bi qasî 100 sivîl qetil kirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên ber bi Girê Spî ve bi pêş ve diçin, piştî azadkirina bajarokê Mebrûka, pêşdeçûna xwe dewam dike. 

Hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Nûstel ê di navbera Mebrûka û Girê Spî de operasyon pêka nîn û li herêmê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin.

Li aliyê din, bi hezaran sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in ên ji herêma pevçûnê reviyan, berê xwe dan sînorê Kaniya Xezalan. Girseya gel li nêzî gundê Arîda xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Lê belê çeteyên DAIŞ'ê yên dixwazin gundiyan ji xwe re weke mertal bikar bînin, gule li gundiyên nexwestin vegerin reşandin. Li gorî gotina gundiyên derbasî aliyê din ê sînor bûn, li gundê Nûstelê bi qasî 100 sivîl ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi gulereşandinê hatine qetilkirin. Sivîlên xwe ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û derbasî ser sînor bûne, li cem xizmên xwe yên li Herran, Kaniya Xezalan û Rihayê tên bicihkirin.

Di vê navberê de, li pêşberî herêma pevçûn lê heye li Kaniya Xezalan a Bakurê Kurdistanê tevgereke zêde ya leşkerî dixuye. Hat ragihandin ku Fermandarê Baskê 7. ê Artêşê Korgeneral Îbrahîm Yilmaz û Fermandarê 20. Tûgaya Zirxî ya Rihayê Tûggeneral Îhsan Başbozkûrt çûne herêmê. Xebatkarên TÎGEM'ê jî di nav de destûr ji kesî re nayê dayîn ku xwe nêzî herêmê bikin.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku gundê Nûstelê yê 65 kîlometre dûrî Serêkaniyê û 53 kîlometre dûrî Girê Spî ye, di her kêliyê de dikare were azadkirin. Çavkaniyan dan zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê bi vî rengî bi pêş ve biçin, di nava hefteyekê de wê kantonên Cizîr û Kobanê bigihînin hev.