Şervanên YPG/YPJ’ê gundekî din jî rizgar kirin
Şervanên YPG/YPJ’ê li rojavayê Serêkaniyê û sînorê Kantona Cizîrê gundekî din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandine, şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, îro saet derdora 10.30’an de gundê Recia yê ku 35 kîlometre dikeve başûr rojavayê Serêkaniyê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li herêmê operasyonên YPG’ê didomin.
Hêzên YPG’ê duh jî li herêmê gundê Acila û 7 mezra, îro serê sibehê saet derdora 08.05’an jî gundên Recan û Rûba rizgar kiribûn.