5 gund û 2 gundik hatin azadkirin
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, 5 gund û 2 gundinên din ên li rojavayê Kantona Cizîrê hatin azadkirin.
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de, 5 gund û 2 gundinên din ên li rojavayê Kantona Cizîrê hatin azadkirin.
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de ku di 6'ê Gulanê de ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat destpêkirin, 5 gund û 2 gundinên din ên li rojavayê Kantona Cizîrê hatin azadkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şervanên YPG/YPJ’ê şevê din li herêma Alya ya li rojavayê Til Temirê, operasyonên xwe dewam kirin.
Di encama operasyonê de gundên Ferhiyê, Ferhiya Rojhilat, Susa, Susa Rojava û El Kitêm, her wiha gundikên Dawid Elî û Mezraya Mubarek ji çeteyan hatin paqijkirin.
Derbarê operasyonên ku hîn dom dikin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.