Li şûna kiryarên komkujiya Parîsê, yên komkujî protesto kirin tên darizandin

Rûniştina sêyemîn a doza li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê ya li dijî siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr bi sûcdariya endametiya PKK'ê hat vekirin, pêk hat.

Rûniştina sêyemîn a doza li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê ya li dijî siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr bi sûcdariya endametiya PKK'ê hat vekirin, pêk hat. 

Karmendê Rêxistina Sûc a Federal a Elmanya (BKA) Bjorn Effelsberg ê weke şahid beşdarî rûniştinê bû anî ziman, ku li gorî agahiyên di encama şopandina ji telefon û înternetê hatin bidestxistin, Demîr av aniye pîrozbahiyeke Newrozê, îmze kom kiriye, bi şerê li Rojava re eleqedar bûye û dema civîna amadekariyê ya festîvala Dêrsimê pirsî ye. Li gorî gotinên polîsê BKA, di axaftineke bi telefonê re, li ser hejmara beşdarên li mîtînga protestokirina qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê, nîqaş hatiye meşandin.

Effelsberg ji bilî guhdarîkirinê, weşanên Yenî Ozgur Polîtîka û Nûçe TV weke çavkaniyên bingehîn nîşan da.

Rûniştin ji bo roja Înê hat taloqkirin. Rûniştinên dozê yên ku hefteyê du caran tên dîtin, sibehan saet di 9'an de destpê dikin. Tê payîn ku doz heta 25'ê Hezîranê bi dawî bibe.

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ê 46 salî yê li Hambûrgê girtî ye, di Tebaxa bihurî de li bajarê Bremenê hatibû binçavkirin. Demîr, li gorî qanûnên Elman ji bo cezakirina bi 10 salan tê darizandin. Demîr di parastina xwe ya hefteya derbasbûyî ya li rûniştina destpêkê de diyar kiribû ku ew armancên tevgera azadiyê ya Kurd destek dike.

Demîr li gorî benda b a xala 129. a Qanûna Ceza ya Elman a bi serenavê "Endametiya Rêxistina Sûc û Terorê" tê darizandin.

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Çep ê Hambûrgê Martîn Dolzer daxuyaniyek da çapemeniyê û xwest qedexeya li ser PKK'ê were rakirin û hemû girtiyên li Elmanya yên ji doza PKK'ê hatine girtin serbest werin berdan.