Di şer û pevçûnên li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên El-Nusra de qewimîn, herî kêm 10 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di pevçûnan de şervanekî YPG ‘ê jiyana xwe ji dest da.
ANF
HELEB
pêncşem, 28 gulanê 2015, 21:06
Di şer û pevçûnên li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku di navbera hêzên YPG/YPJ’ê û çeteyên El-Nusra de qewimîn, herî kêm 10 çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Di pevçûnan de şervanekî YPG ‘ê jiyana xwe ji dest da.
Komên çete yên Cebhet El-Nusra û komikên çeteyan ên girêdayî wan ên wekî Ehrar El-Şam û Tabûrên Sultan Murad îro di saetên nîvro de êrîşî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Li ser bersiva şervanên YPG/YPJ’ê şer deket.
Buroya çapemeniya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd diyar kir ku di pevçûnan de herî kêm 10 çeteyên êrîşkar hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Buroyê destnîşan kir ku di pevçûnan de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye.
Di encama berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê de çeteyên EL-Nusra neçar man ku paşve biçin.
Li gorî buroya çapemeniya YPG’ê ya Şêxmeqsûd nasnameya şervanê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Mihemed Nûr Hesen ê bi nasnav Dijwar, li gundê Qenter ê Efrînê sala 1977’an hatiye dinyayê.
Mihemed Nûr Hesen zewicî û bavê 4 zarokan e. Di sala 2011’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û 28’ê Gulana 2015’an (îro) di berxwedana Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jiyana xwe ji dest da.