Li Sêrtê 5 kes hatin binçavkirin
Li Sêrtê polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin.
Li Sêrtê polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin.
Li Sêrtê polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçavkirin.
Li taxên Alan, Dumlupinar û Conbayirê yên Sêrtê polîsan seat di 04.00'an de bi ser 3 malan de girt. Di operasyona tîmên taybet jî tevlî bûn de polîsan deriyên malan şikandin û ketin hûndir. Piştî lêgerîna malan Emrah Ozdemîr, Metîn Kiliçaslan, Emrullah Keser û du kesên navê wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
Bavê Emrah Ozdemîr Kadrî Ozdemîr diyar kir ku polîsan heqaret li kurê wî kirin û li ber çavên wî şîdet pêk anîn. Ozdemîr anî ziman ku 15'ê Sibatê jî zarokekî wî hate binçavkirin û wiha got: "Heke wisa bidome ez d zarokên xwe yên din bişînim çiya. Ev çi zilm e. Mafê kê heye wisa heqaretan li me bike."
Ozdemîr da zanîn ku polîsan pirsa kurê wî yên li Stenbolê dixebite kirine û gumana heke kurê wî ji bo dengan bê wê binçav bikin dijî.